Ji bo 19 jinên ji aliyê DAİŞ'ê ve hatîn şewitandin taziye hat danîn
16:58
JINHA
SİLÊMANÎ - Êzidiyên li kampa Aştî ya li navçeya Erbad a Silêmaniyê dimînin ji bo 19 jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê li Mûsilê xistin qefesek hesin de û bi saxî şewitandin, konê taziyê danîn.
Êzidiyên li kampa Aştî ya li navçeya Erbad a Silêmaniyê dimînin ji bo 19 jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê li Mûsilê xistin qefesek hesin de û bi saxî şewitandin, konê taziyê danîn. Bi sedan Êzidiyên di konê taziyê de hatin gel hev, ji bo 19 jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de bi saxî hatin şewitandin şîn girtin û jinan ji bo wan lorand. Yên ku di konê taziyê yê wêneyê 19 jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin şewitandin, hatin gel hev, li Rêxistinên mafê mirovan ên dinyayê, hemû hêzên navneteweyî, ji bo rizgarkirina jinên ciwan, zarok û jinên ku ji 2014’ê virde di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û li rastî hemû nêzikatiyên dervey însantiyê tên, banga hewldan û xebatan bimeşînin kirin.
Yek ji jinên Êzidî yên li kampa Aştî dimîne, Gewrê Salih ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Em hemû wê rojekê bimirin. Tiştek nikare jê were revîne. Lê reng û şêweyên mirinê jî hene. Ti ol û însantî bi saxî saxî xistina însanan a di qefesan de û ew şewitandin qebûl nake. Di rojên yekem ên Remezanê de jin û keçên me şewitandin. Yên ku Mûsûlman bin ti carî tiştek wiha nakin. Ti eleqeya van bi ol re nîne. Em ê ti carî vê zulmê qebûl nekin. Dîtina şewitandina wan bi saxî gelek zehmet û nexweş bû.”
Jinek din a binavê Gelhê Seydo jî diyar kir ku di ti bawerî û ol qetilkirina jinên Êzidî bi vî şêwey qebûl nake û got ku wê rojekê hesaba vê zulmê bê pirsîn.
Şirîn Qasim jî got ku şewitandina 19 jinên Êzidî ji fermana 73’an nexweştir bû û wiha peyîvî; “Keçên me di rojên yekem ên remezanê de şewitandin. Şewitandina jin û keçên ku destê wan paşve girêdayî, di kîjan dî ol û baweriyê de ye? Emê tola van hildin. Çiyayê şervanê tejî şervane.”
Bêrîvan Kemal diyar kir ku ji malbata wê 76 kes di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye û wiha peyîvî; “Em hemû îro ji bo wan şînê digirin. Ew endamên malbata me bûn. Dibe yek ji kesên malbata me yên di destê DAIŞ’ê de bin jî. Du salin jin û keçên me di destê DAIŞ’ê de ne. Çima ti kesek dengê me nabîhîze? Bila dawî li vê êşa me bînin.”
Zehrê Xidir jî diyar kir ku ji malbata wê hîna 26 kes di destê DAIŞ’ê de ne, ji bo bidawîkirina zulma çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê wan dimeşîne bidawî bibe, bang li hemû hêzên navneteweyî û însantiyê kir ku dijî DAIŞ’ê bibin yek.
(zt)