Hurşît Kulter li Tumenê ye!

10:41

JINHA

ŞÎRNEX - Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê beriya 15 rojan hate binçavkirin lê binçavkirina wî nayê qebûlkirin hate hînbûn ku li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin û leşkeran gotina "Yan dê biaxive yan jî berdin serî wî" bi kar anîne.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin, tîmên taybet di hesabên xwe yên çapemeniya civakî de aşkera kirin lê rayedarên dewletê ev binçavkirin qebûl nekirin bi vegotinên cerdevanan derketibû holê ku li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin.

Li gorî agahiyên kesên ku bûbûn şahidê binçavkirinê Hurşît piştî ku ji aliyê tîmen taybet ve hate binçavkirin bi wesayîta "shortland" ve biribûn Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Gumuştepeyê ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Cerdevanê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerakirin gotibû ku Kulter 7 rojan li Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Gumuştepeyê hatiye ragirtin û piştre ew birine 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan.

Axaftinên leşkerên bi paye bihîst

Yek ji cerdevanên ku tevli operasyonên qirkirinê ya li Şirnexê bû û nexwest navê wî bê aşkerakirin diyar kir ku wî axaftinên leşkerên bi paye yên ku di navbera xwe de kirine bihîstiye. Cerdevanê navborî got ku Hurşît bi rojan e di navbera xwe de gotinên wekî "Yan dê biaxive yan jî berdin serî wî" bi kar tînin. Cerdevan bilêv kir ku hêzên dewletê Hurşît wekî "Waliyê Şirnexê yê KCK'ê tayîn kiriye" bi nav dikin û ji ber vê yekê jî ji bo biaxive gelek îşkence lê dikin. Cerdevanê navborî anî ziman ku leşkeran di navbera xwe de gotina "Heke li pêşberî çapemeniyê bi axive, dikare ji bernameya parastina şahid sûdê bigire" bi kar anîne.

Tîmên taybet li Şirnexê bi hesabê "BOF @Tweet_Guneydogu" di 27'ê Gulanê de aşkera kiribûn ku Hurşît hatiye binçavkirin.

Parêzêrên ÎHD'ê û malbata Kulter serî li Midûriyeta Polîsan a Bajar, Dozgeriya Komarê, 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan û Walîtiya Şirnexê û bersiva "Bi vî navê kesekî hatiye binçavkirin tuneye" hatibû dayîn. Ji ber vê yekê jî di qada navneteweyî de ketin nava hewldanan.

Parêzerên ÎHD'ê ji bo aqûbeta Hurşît serî li Neteweyên Yekbûyî dabûn û xwestibûn bibe mudaxîl, di 3'ê hezîranê de jî serî li DMME'yê dabûn. NY û DMME'yê serlêdan qebûl kiribûn. DMME bi biryara girtibû ve ji Tirkiyeyê aqûbeta Hurşît bê pirsîn.

Parlamenterên HDP'ê jî ketibûn nava hewldanan û serî li Serokwezîr, Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir dabûn. Wezareta Dadgehê bersiv nedabû parlamenteran, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala jî bersiva "dê mijarê bipoşînin" dabûn.

(kom/rc)