Li bazara ku li Erdîşê hatiye avakirin nûnertiya wekhev esas tê girtin
09:05
Vîldan Atmaca/ JINHA
WAN-Şaredariya Wanê bi feraseta şaredartiya jinê xebatên xwe dimeşîne, ji bo jinê beşdarî aboriyê bike, li navçeyê bazarên taxê ava dike. Xebatkara şaredariya Erdîşê Şebnem Narîn armanca avakirina bazarê wiha vegot: “Bazar wek çandekê ye. Ya ku vê çandê bide jiyîn jine. Armanca me eve ku em jinê derxin qada cemawerî û tevlî hilberînê bikin.
Şaredariya Erdîşê ji bo ku jin di qadên îstîhdamê de cih bigirin xebatan dimeşîne. Şaredariya Erdîşê bi avakirina bazarên taxê re hedef dike ku jinê ji malê derxîne û zîhniyeta feodal bişikîne. Hefteya borî ji meclîsa jinan a şaredariya Erdîşê biryara avakirina bazarên taxê hat girtin. Xebatkara şaredariyê Şebnem Narîn got: “Erdîş navçeyek xweş û kekse. Piştî erdhêjê seyar firoşan estetîka bajar xera kirin. Li ser vê me xebatek wisa meşand. Ji bo me ya destpêkê jin dihat. Me xwest em jinê bike navenda vî karî.”
‘Em çûn malan, bi jinan re axivî’
Şebnemê got di asta avakirina bazarê de çûne cem gel û esnafan û wiha got: “Me xebatek anketê çêkir. Em tax bi tax mal bi mal geriyan. Me pêşniyarên jinê esas girtin. Piştre em bi esnaf û seyar firoşan re hatin cem hev. Me nêrînê wan girtin. Li ser vê me biryar da ku em bi temsiliyeta wekhev re bazarên taxê ava bikin. Me ev biryar jî li Meclîsa Jinê aşkera kir.”
‘Çanda bazarê wê ji aliyê jinan ve bê jiyandin’
Şebnemê di berdewamiyê de got bazar li dijî AVM’yan berxwe didin û got: “Bazar di esasê de çandeke. Li dijî AVM û marketan berxwe dane û hatiye vê rojê. Ji bo ev çand bê jiyîn me jin kirin pêşeng.”
‘Armanca me eve em jinê beşdarî hilberînê bikin’
Sebnemê bi lêv kir ku armanca Meclîsa Jinê eve ku jinê derxîne qada cemawerî û jinê ne tenê wek bikarhêner, wek hilberîner beşdar bike. Şebnemê bi lêv kir ku bi vî awayî wê jinê tevlî jiyana aborî û civakî bikin. Şebnemê di dawiya axaftina xwe de got ew wê piştgiriya aborî hem bide jinê û hem jî bide navçeyê.
(hu)