NY: Li Nisêbînê çekên giran hatine bikar anîn!
15:06
JINHA
CENEVRE - Komîserê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Hûsseîn êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê kir, xist rojevê. Zeîd Ra'ad diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê çekên giran bi kar aniye û xwest, derhal bersiv ji daxwaza wan a lêkolînkirina li cih bê dayîn.
Rûniştinên 32. ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê kirin. Civîn wê heta 1'ê Tîrmehê dewam bikin. Di destpêka civînê de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn axivî. Zeîd Ra'ad da xuyakirin, ku Tirkiyeyê li navçeya Nisêbînê çekên giran bi kar aniye û dema li dîmenê ji ezmanan ve hatiye kişandin tê temaşekirin, tê dîtin ku temamiya avahiyên li beşeke mezin a navçeyê hilweşiyan e.
'Bila rê li ber lêkolînkirina li cihê bûyerê bê vekirin'
Zeîd Ra'ad di dewama axaftina xwe de got, "Li ser binpêkirina mafê jiyanê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li Başûr rojhilatê Tirkiyeyê, me beriya niha gelek caran daxuyanî dan û gumanên xwe bilêv kirin. Gelek rapor tên. Em dixwazin ekîbeke ser bi ofîsa min ve, biçe wê derê û lêkolînê bike. Girîng e pêşî li ber vê lêkolînê were vekirin." Zeîd Ra'ad bal kişand ser peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya li ser mijara penaberan û bang li her du aliyan kir, li gorî mafên mirovan tevbigerin.
Civînên Mafên Mirovan ên NY, bi beşdariya nûnerên gelek dewlet û saziyên civakî yên sivîl pêk tên.
(rc)