Dîwarê şermê tê lêkirin

16:27

JINHA

MÊRDÎN - Di navbera Dirbêsiya Bakurê Kurdistanê û ya Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê artêşa tirk ve xendek tên kolandin û dîwarên şermê tê lêkirin.

Di navbera Dirbêsiya taxa Qoser a Mêrdînê û Dirbêsiya Rojava de ji aliyê artêşa tirk ve dîwarên şermê tê lêkirin. Di navbera bajarê ku bi eslê xwe yek perçeye û ji aliyê desthilatedaran ji hev hatiye qutkirin de di nava rojê de bi tirên bê plakê dîwarên şermê tê lêkirin. Di heman demê de bi wesyitê xerfiyatê jî xwelî tê barkirin û li ber cihê ku dîwar tê lêkirin rêya şose tê çêkirin.

Liv û tevgera wesayitên dîwar û xwelî barkirî li derdora Dirbêsiyê berdewam dike.

(kom/rc)