Yekîtiya Raghandina Azad bi daxuyaniyek dawî li çalakiya nobetê anî

17:16

JINHA

QAMIŞLO – Yekîtiya Ragihandina Azad kampaniyeya xwe ya “Na ji bêdengiyê re” bi civîneke çapemeniyê bidawî kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad Kampaniyeya ji bo şopandina êrîşên dijî navçeya Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê û şikandina bêdengiya dezgehên çapemeniyê yên navnetewî li pêşberî êrîşên dijî gelê Bakurê Kurdistanê di 3’yê Nîsana 2016’an de kampaniyeya “Na ji bêdengiyê re” da destpêkirin. Îro jî yekîtiyê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ew kampaniyeya xwe bidawî dikin û bi riya daxuyaniyekê belgeyên ku di van 3 mehan de bidest xistin parve kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Raghandina Azad Şehnaz Osman ve hatî xwendin de wiha hat gotin, "Li gorî şopandina me ya 3 mehan, dîmenên ku bikaranîna artêşa Tirk 36 caran ji çekên qedexekirî yên fosforî re belge dikin, di destê me de hene. Ev dîmen ji 15’ê Nîsanê heya dawiya Gulana 2016’an ve hatine girtin. Artêşa Tirkiyê ev cureyê bombeyan tenê di 19’ê Gulanê de 27 caran bikar anîn.

Parlementerê Nisêbînê Elî Altan jî di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku artêşa Tirk van cureyên bombeyên qedexekirî li hember Nisêbînê bikar anîn. Ev yek jî van belgeyên me piştrast dike. Her wiha çavkaniyên me yên ji hundir navçeyê jî gelek caran ragihandin ku ji ber bikaranîna van bombeyên ku gaza wan zer e, li herêmê gelek kes xeniqîn. Herî zêde jî li taxên Kanîka, Qişlê, Zênellabidîn, Yenî Şehîr, Ebullqadir Paşa û Firat ku qadên herî berz ên berxwedana Nisêbînê bûn, ev bombe hatin bikaranîn.

Bêdengiya civaka navnetewî û dezgehên çapemeniyê

Di vê navberê de, çavkaniyên kampaniyayê me ji hundir navçeyê dan zanîn ku artêşa Tirk û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji destpêka Adarê ve şêniyên herêmê bêyî serûber digirtin binçavan. Piştî wê demê jî êdî dest bi topbarankirina herêmê kirin. Di demên navbera 14’ê Adarê û 2’ê Nîsana 2016’an de ku êrîşên dijwar dihatin ser navçeya Nisêbînê, li hember vê rewşê dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Tirkiyeyê bi hinceta şerê bi terorê re di nav bêdengiyek kirêt de bû û nedihiştin dezgehên din jî rewşê bişopînin. Her wiha gelek rojnamevanên ku xwest agahiyên ji hundir navçeyê bighînin raya gîştî jî dîl digirtin. Bi vê re hemwext jî dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navnetewî jî di nav bêdengiyê de bûn.

160 hezar kes koçber bûn û bi sedan hatin girtin

Êrîşên leşkerî yên dijî navçeyê parçeyek ji êrîşên artêşa Tirk ên dijî bajarê kurdan ên li Bakurê Kurdistanê bû. Di encama vê êrîşa dijî Nisêbînê ji eslê 200 hezar kesî zêdeyî 160 hezar ji malên xwe koçber bûn û bi dehan jî hatin dîlgirtin. Her wiha 6 taxên bajar bi rêjeya ji sedî 100 ango bi temamî hatin xirab kirin. Gelek dîmen û wêneyên ku ji hundir bajar hatine girtin û di destên me de jî asta vê wêraniyê raber dikin.

Bi hezaran dîmen û weşanek zindî ji buyeran re

Di vê kampaniyeyê de me bi hezaran dîmenên ku êrîşên dijî navçeyê ji topbarana bi hemû cûreyên çekên giran, tank û balafiran qeyt kiriye. Bi sedan dîmen ji van li ser malpera me ya Youtube û Facebook jî hatine weşandin. Her wiha ji 3’yê Gulanê ve me weşana zindî ya 12 seatan ji buyeran re kir. Her wiha di vê navberê de her 5 noqteyên (Gir Hesinan ê ku 3 Km dikeve rojhilatê Nisêbînê û Gundê Kertoniye ku 5 Km dikeve rojhilatê Nisêbînê tevî 3 noqteyên din) ku artêşa Tirk ji bo topbarana taxê bikar dianî tesbît kiribûn û bê navber dişopandin û dîmenên wan qeyit dikirin. Bi dehan dîmenên ku topbarana tankan ji malên sivîlan re û paşê çawa kebçe van malan bi temamî tînin xwarê, bi belge dikin di destê me de hene. tenê mal na ev ruxandin ji bo dar, goristan û hemû deverên din ên bajar pêk dihat. Her wiha zeviyên herêmê jî gelek caran hatin şewitandin.

Gule li sivîlan reşandin û gelek jî şewitandin

Di demeke ku me nikaribû agahiya şewitandina artêşa Tirk ji sivîlan re li taxên Nisêbînê teqek bikin, Nûnerê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeyîd Bin Raid El-Hisên di 11’ê Gulanê de ev agahî piştrast kir û banga vekirina lêpirsînê derbarê mijarê de kir. em bi hêvî ne ku banga wî ji bo vekirina dosyayeke lêpirsîna navnetewî derheqê cerîmetên hikumeta Tirk li Nisêbînê cidî be û xwedî bandor û encamp be. Em bang li hemû aliyên manîdar ên navnetewî û saziyên hiqûqî dikin ku eger dozeke lêpirsînê hat vekirin hesabê buyerên Nisêbînê jî bê pirsîn. Her wiha em jî weke ekîpa ragihandinê ya kampaniyeya Na ji Bêdengiyê re amade ne ku hemû belge û delîlên derbarê mijarê de de destê me de ne, pêşkêş bikin

3 qurbanî û 16 birîndar li Qamişlo

Bajarê Qamişlo yê li ser sînorê Nisêbînê jî para xwe ji van êrîşan girt. Di encama êrîşên 3 mehan ên dijî Nisêbînê de, artêşa Tirkiyeyê 9 roket û topên hawanê tevî dehan gulayan avêtin bajarê Qamişlo. di encamê de 3 sivîlên Qamişlo hatin qetilkirin û 16 jî hatin birîndarkirin. her wiha gelek ziyan gihişt malên welatiyên li taxên rojhilatê Qamişlo.

Piştî operesyonê malên sivîlan diteqandin

Piştî ku dawîkirina operesyona Nisêbînê hat ragihandin, hêzên AKP’ê îcar dest bi teqandina malên sivîlan kirin. lewra me jî dît ku kampaniyeya xwe paşve bixînin. Di vê navberê de jî bi dehan dîmenên ruxandina malên sivîlan me bidest xistin.

Amade ne dosyaya mirovî ya Nisêbînê bighînin raya gîştî

Di dawiya vê kampaniyayê de em amade ne ji bo gihanin dosyaya mirovî ya Nisêbînê bi hemû aliyên navnetewî û hiqûqî yên manîdar re bikevin danûstandinan. Her wiha bi hemû kesên ku bixwazin van cerîmetan ronî bikin û derxînin ji raya gîştî re jî alîkar bin. Ji bo hemû rojnamevan û dezgehên çapemeniyê yên ku tevlê kampaniyeya Na Ji Bêdengiyê re bûn jî, spasiya xwe pêşkêş dikin."

(kom/rc)