Jinên Til Temirê: Em tecrîdê qebûl nakin

09:01

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR -Nerazîbûnên li beramberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê, zêdetir dibe. Jinên bajar diyar kirin ew ê di her şert û mercî de xwedî li Rêberê xwe derkevin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ji aliyê dewletê Tirkiyê ve hatî girtin û di bin şert û mercên giran yê tecrîtê de tê ragirtin, saleke destûr nayê dayîn ku bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk bîne. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bertek nîşanî tecrîda şidandî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin ku ew pergala îşkencê napejrînin.Endama Meclîsa Zagonsaz ya bajar Hayistan Xelef di serî de tecrîda şidandî şermezar kir û wiha got, "Bila dengê me bigihîje tevahiya cîhanê, kes nikare me ji rêberê me qut bike. Em ê li beramberî tecrîdê û her şêweyê êrîşan xwedî li Rêberê xwe derkevin."

'Divê bêdengiya li hember tecrîdê bê şikandin'

Hayistan diyar kir ku AKP'ê tevahî zagonên navnetewî bin pê dike û wiha pêde çû, "Erdogan ku biryara tecrîdê daye, tewanbarê vê sûçî ye û dê rojek beriya rojekê sizayê vê jî dibe. Divê li beramberî vê tecrîdê saziyên huqûqî yên di asta navnetewî de bikevin tevgerê. Nexwe bêdengiya wan tê wateya ku ew jî tecrîdê erê dikin. Divê bêdengiya li hember tecrîdê bê şikandin. Em wek gelê Kurd û jinên Kurd heya dawiyê bi felsefe û nêrîna Rêber Apo ku bingeha edalet û mafê mirovan daniye, bimeşin û ji bo azadiya wî jî her tişta hewce bikin."

'Di kesayeta Rêber Apo de dixwazin civakê bixin bin tecrîdê'

Rêvebera Peymangeha Şehîd Jiyan Gulîstan Hesen jî bertek nîşanî tecrîda şidandî da û got, "Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî gelê Kurd e. Lewma pêwîste em tev Kurd li hember vê pêkanînê xwedî helwest bin. Di kesayeta Rêber Apo de dixwazin civakê bixin bin tecrîdê. Dixwazin hemû hêvî û daxwazên azadiyê bêdeng bikin. Pêwîste em li beramberî siyasetên qirêj ên tecrîdê bisekinin. Ez wek jineke Kurd dibêjim ez ê ji bo azadiya Rêber Apo heya dawiyê têkoşîn bikim. Tecrîd nayê qebûlkirin, heya em bi Rêbertî re hevdîtin bikin, têkoşîna dê berdewam bike."

(en/rc)