'Ji rojnamegeran nebûna wê agahiya me ji geşedanan tinebûna’
09:02
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED –Rojnamegerên jin diyar kirin ku zext û girtinên li ser rojnamegeran girêdayê bûyerên li Kurdistanê tên jiyînê ne û wiha gotin: “Ger ew tinebûna me ji herêmên qedexe nekarî agahî bigirta. Azadiya hevpîşeyên me azadiya me hemûyane.
Desthilatdarî li dijî rojnamegerên li Kurdistanê nûçeyan dişopînin polîtîkayên çewisandin û bêdengkirinê dimeşîne. Ronameger û rêxistinên pîşeya rojnamegeran bi kampanyaya piştevaniya xwe xurt dikin. 12 jê rojnamegerên DÎHA’yê 42 rojnameger niha di girtîgrehê de ne. Demek berê rojnamegerên ji bajarên Tirkiyeyê yên cuda hatin ‘nobeta nûçeyan’ dan destpêkirin û piştre jî ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve ‘rojên şahidiyê’ hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de her pêncşemê li ber Edliyeya Amedê ji bo rojnamegerên girtî şahidiyê dikin.
‘Ew tinebûna me nekarî ji herêmên qedexe agahî bigirta’
Nûçegîhana ÎMC TV’yê Engîhan Gulmez têkildarî zextan de axivî û diyar kir ku ev zext girêdayê pêvajoya siyasî ye û got rojnameger ji bo xwe bigihînin agahiyên rast hewl didin û xebatkarên çapemeniya azad li gorî şert û mercên rojnamegeriyê dixebitin. Engîhanê wiha got: “Girtina rojnamerekî, tê wateya ku rastî di tariyê de dimînin. 12 hevalên me ji ber rastî nîşanê gel dan hatin girtin. Ji ber nebûn kukleya dewletê hatin girtin. Dewletê got wek min bikin, lê hevalên me tevî vê dest ji rastiyê bernedan. Ez bi saya wan bûn şahidê gelek tiştî. Min bi saya wan fêr kir. Ew tinebûna me yê ji herêmên qedexe çawa agahî bigirta.”
‘Hedefa desthilatdariyê eve ku çapemeniyê ji holê rake’
Nûçegîhana Van TV Hulya Emeçê jî got li Tirkiyê ne tenê rojnameger yên li pey rastiyê diçin û hemû aliyê demokrastiyê dixwazin di bin zextan de ne û wiha got: “Pêvajoyek şer tê jiyîn. Sivîl tên qetilkirin. Peywira rojnamegeran jî eve ku tiştên tên jiyîn ji rayagiştî re ragîhinin. Rojnamegerên nûçeyên sivîlên tên qetilkirin çêdikin, ew jî bi wan re tên qetilkirin. Li welat kaosek mijara gotinê ye. Yên van radigîhînin jî tên astengkirin. Wek hemû welatan, desthilatdarî dixwaze çapemeniyê ji holê rabike.”
‘Rojnameger nebûna wê agahiya me ji cihekî tinebûna’
Nûçegîhanê Ozgur Gun TV Dîren Yurtsever jî got zextên li ser rojnamegeran ne nûne û got divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Dîren wiha got: “Şîdeta li welat bandorê li ser her kesî dike. Bi taybet jin û zarok zêdetir zirarê dibînin. Li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Geverê gelek sivîlî jiyana xwe ji dest da. Rojnameger ji bo şopandina wan li wirin. Ger rojnameger ne li wir bûna me nedikarî agahî bigirta.”
Dîren di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku zextên li ser rojnamegeran girêdayê pêvajoyê ye û banga piştevaniyê li hemû rojnamegerên Tirkiyeyê û Kurdistanê kir.
(hu)