Komeleyên LGBTÎ: Emê di meşa rumetê de bêjin ‘kujer meşhur e’

09:06

JINHA

ENQERE- Komeleyên LGBTÎ, têkildarî komkujiya nefretê ya li Orlando hatiye kirin de banga têkoşîna hevpar kir. Komeleyan diyar kir ku di nav siyaseta reel de li hemberî LGBTÎ’yan gotinên nefretê zêde bûne û bûne hedefa sereke ya komên îslamî yên radîkal ku ji aqilê dewletê re xizmetê dike. Komeleyan diyar kir ku wê di Hefteya Rumetê ya Transan de ji bo êrîşan bêjin ‘kujer meşhur’.

DAIŞ’ê li DYA Orlandoyê li gey bar Pulse êrîşa çekdarî pêk anî. Di komkujiyê de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê komkujiya nefretê ku LGBTÎ hedef hat girtinê şûnde, kesekî ku hat gotin wê êrîşên Meşa Rumetê ya Los Angelesê bike hat binçavkirin.
Komeleya Piştevaniya LBGT ya Jiyana Pembe û Komeleya LGBT a Hêvî jî têkildarî komkujiya nefretê ya li Orlondoyê pêk hatiye nirxandin kirin.

‘Meşê asteng neke, ewlehiyê bigire’

Serokê Komeleya Jiyana Pembe Buse Kiliçkaya axivî û got: “Ji hezîrana 1960’î heta niha hevzayend, trans ji bo rumeta wan ya hatiye xespkirin şûnde bigirin, ji bo nîşan bidin ne nexweşin li qadane. Ev nîv sedsale em têdikoşin. Em êşa komkujiya Orlando parve dikin. Em kelehên destilatdariyê dagir nakin. Em cîhaneke ku mirov dikarin bi rumeta xwe bijîn, dixwazin. 10’ê cotmehê çi be, Orlando jî ew e. TC, li şûna 7’emîn meşa Rumetê asteng dike divê ewlehiyê bigire.”

‘Faîlê êrîşan meşhure’

Hêviyê da zanîn ku LGBTÎ’ her tim bûne hedefa komên îslamî radîkal û wiha got: “Hem li erdnîgariya me hem jî li cîhanê komên îslamî yên dixwazin tevgera me bikin nava xwînê hene. Ev komên îslamî ne. Êrîşa wan ya dawî li Orlandoyê pêk hatiye. Bûye sedema mirina gelek kesan. Em di meşa xwe ya îsal de wê bjin ‘kujer meşhure.” Hêvî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gotinê nefretê yên li dijî LGBTÎ’yan zêde bûne.

(hu)