Esnafên jin bi hêza xwe pirsgirêkên heyî çareser dikin
09:08
JINHA
WAN - 240 esnafên di bin Pazar Gel a Mezin de ku xwedî paşerojeke 20 saliye, de hatin cem hev û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ji esnafên bazarê yên jin Hanîfe Guzel diyar kir ku di bazarê de derbasî pergala hevserokatiyê bûne û got ew hewl didin ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî û got: “Me berê jî nîqaş dikir. Lê niha em hêza xwe ji pirsgirêkên xwe re dibin çareserî.”
Bi avabûna AVM û marketên lûks re esnafên biçûk têk çûn. Bazara Gel a Mezin ya girêdayê navçeya Tuşba a Wanê jî ji kapîtalîzm û AVM’yan nisîbê xwe girt. Ji roja ku hatiye avakirin heta niha 240 esnafên wê hene û di bin sîwaneya bazarê de keda destan tên firotin û tevî vê mînakek piştevaniya xurte. Esnaf hewl didin jiyana komunal jî bikin jiyanê û bi tinebûnê re rû bi rûne. Hevseroka Pazara Gel a Mezin Hanîfe Guzel ku ev 5 sale esnafiyê dike diyar kir ku sedema herî mezin ya ev 20 sale esnafan li ser piyan digire piştevaniye û got têkiliya wan gelek xurte.
Haîfeyê da zanîn ku her rojê hefteyê li Pazar Gel a Mezin derbas dike û got: “Em seranserê rojê li vir bi hevalan re hilberînên xwe difiroşin. Bi awayekî komunal em tiştên xwe distînin û em taştê, xwarina xwe bi hev re amade dikin û bi hev re li ser sifreyekê rudinin.”
‘Bi pergala hevserokatiyê em pirsgirêkên xwe çareser dikin’
Hanîfeyê bi lêv kir ku li pazara gel esnafên mêr zêde ne û got 5 dukan aydê jinan e. Hanîfeyê wiha got: “Me jinan berê li dijî pirsgirêkan çareserî pêk nedianî. Em derbasî pergala hevserokatiyê bûn û em ji pirsgirêkên xwe re bûn çareserî. Me berê nîqaş dikir. Lê niha em bi hêza xwe ji pirsgirêkên xwe re dibin çareserî.”
‘Em bûn malbatek mezin’
Hanîfeyê bi lêv kir ku her esnaf ji esnafê din berpirse û got ew li Pazarê bi esnafan re bûne malbatek mezin û got ger muşteriyek bê dukanê, ew hilberîna tinebe, wan dişînin dukana din.
Hanîfeyê da zanîn ku esnaf bi giştî ji gelê herêmî pêk tê û got: “Piranî hilberînên me keda destane. Welatiyên gund jî tên tiştên xwe ji vir distînin. Turîst jî tên vê pazarê. Roj bi roj AVM zêde dibin. Ji ber vê welatî xwedî li cihên wisa derkevin.
(hu)