Turîstên jin: Bertekan nîşanê tacîzê bidin
10:03
JINHA
STENBOL – Turîstên jin yên ji welatên cuda ji ber sedemên cuda tên Tirkiyeyê, tiştên li bajaran dijîn vegotin. Turîstên jin gotin: “Li Tirkiyeyê mafê jinan ne başin, xeta gelek xerabin. Divê bertek nîşanê vê bê dayîn. Bi taybet turîst ziman nizanin. Ji vê fêdeyê digirin û tacîz dikin.”
Serdestiya mêr ji jinê re qada jiyanê nahêle û ji van wan hinek cih jî bêguman kolan, wesayîtên veguhestina komî û cadene. Jin li dijî vê dibêjin ‘ Em bi şev jî kolanan terk nakin’ û dengê xwe bilind dikin. Salê 10 mîlyon turîst tên stenbolê û ev jî ji bo turîstên jin zêde ne baş e. Turîstên jin yên ji ber tirkî nizanin û rastî êrîşa zayendî û gotinan tên tiştên dijîn vegotin.
Sofîa ku ji bo serdana hevala xwe ji Ganayê hatiye Stenbolê got: “Ez li Stenbolê rastî tacîza fîzîkî an jî zayendî nehatime. Lê ez dibihîzim ku tiştên wisa çêdibin. Li Tirkiyeyê mafên jinan ne başin. Xeta gelek xerabin. Her kes tiştên wisa nîqaş dike.”
‘Divê mafê jinan ji bo azadiyan hebe’
Inna ku ji Rûsyayê bo betlanê hat Stenbolê got: “Ez rastî êrîşa zayendî nehatime. Lê min tiştên wisa bihistin. Hevalek min 5-6 caran tiştên wisa jiya. Li Antalya û Bursayê min tiştên wisa li parkan dîtin. Bi taybet li metro û otubusan tiştên wisa tên jiyîn. Ev tiştekî baş nîne. Li welatê min jî tiştên wisa tên jiyîn. Mafê jinê divê ji bo azadiya jinê be.”
Asli Kurtlutepe ku li Ewropayê dijî û ji bo perwerdê hat Stenbolê got her tim bi tiştên wisa dibîne û got: “Tacîz îla ne fîzîkiye. Em rastî tacîza gotinan tên .Divê mirov bertek nîşan bidin. Bi taybet ji ber turîst ziman nizanin dixwazin ji vê fêdeyê bigirin.”
‘Li mirovan dinêrin’
Vîrgînîa ya ji bo betlanê hatiye Stenbolê jî wiha got: “Ez ji Îtalyayê me. Lê li Elmanyayê dijîm. Min li Tirkiyeyê tacîza fîzîkî û zayendî jiya. Li mirovan dinêrin. Têkildarî mafê jinan de agahiya min zêde nîne.”
‘Li Meksîkayê mafê jinan baştire’
Amelîa ya ji Meksîkayê ku ji bo perwerdê hatiye Stenbolê got ew rastî tacîza gotina hatiye û got divê bertek nîşanê vê bê dayîn û got: “Ez mafê jinan yên li vir zêde diznaim. Lê bawerim li Meksîkayê mafê jinan baştire.”
(hu)