Mînaka wekheviya gelan mamosteya zimanê Kurdî ya Ereb
09:32
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN-Jina Ereb ya bi navê Bûşra Nîfo mamosteya zimanê Kurdî ye û xwendevanên Kurd perwerde dike. Bûşra got, "Dema em li zimenekê mêzedikin û taybetmendiyên wî zimanî nasdikin, em rastîya wî gelî jî bêtir dinasin. Ziman di encam de nasname û hebûna gelan e. Bi rêya ziman em hebûna gelan a bi hezar salan zindî dikin."
Yekemîn cihê li Rojhilata Navîn ku sîstema perwerdeya pir-zimanî esas digire û di vê rêyê de pêşketinên girîng bi xwe re tîne, Rojavayê Kurdistanê ye. Gelên li Rojava dijîn jî bi dewlemendiya ziman û çand di rêya demokratîkirina herêmê de dibin model. Pir-zimanî û pir-çandî bi xwe re wekhevî di navbera gelan de jî bi hêz dike. Em mînakek vê jî li bajarê Rimêlan a girêdayî Kantona Cizîrê dibînin. Mamosteya Ereb a bi navê Bûşra Nîfo bi hezkirineke mezin hînê zimanê Kurdî bûye. Bi vê re jî bi sînor nemaye, xwe di aliyê mamostehiyê de perwerde kiriye û niha xwendevanên Kurd fêrî zimanê Kurdî dike.
Bûşra Nîfa ya 25 salî ye. Di destpêka şoreşê di sala 2012'an berê xwe da Saziya Zimanê Kurdî û li wir fêrî ziman bû. Bûşra Nîfo niha li Saziya Zimanê Kurdî wek mamsote erk girtiye û perwerdeya ziman dide. Bûşra pêvajoya fêrbûna zimanê Kurdî wiha ji mera vegot, "Xwesteka min a yekem hînbûnê zimanê Kurdî bû. Ji ber ez di gel civeka Kurdan dijîm. Dost û hevalên min tev kurd in. Lewma min xwest zimanê Kurdî fêr bibim."
Bûşra parastin û xwedî derketina li zimanê dayîkê wek maf û erkeke jêneveger a her mirovek pênase kir û wiha dewamkir, "Mirov çiqas bi zimanê xwe ve girêdayî be, ewqas dikare di jiyana xwe de bihêz û birûmet be. Lewma divê mirov xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derkeve. Dema em li zimenekê mêzedikin û taybetmendiyên wî zimanî nasdikin, em rastîya wî gelî jî bêtir dinasin. Ziman di encam de nasname û hebûna gelan e. Bi rêya ziman em hebûna gelan a bi hezar salan zindî dikin. Jixwe pêşketina ziman bixwe jî yek ji şoreşên girîng ên di dîroka mirovahiyê de ye. Ev jî bi destên jinê pêk hatiye. Niha jî jin dê ziman û çanda civaka xwe biparêze."
Bûşra sedema bûyîna mamostehiya zimanê Kurdî wiha rave kir, "Ez armanc dikim bi rêya ziman civaka Kurd û Ereb nêzî hev bikin. Wekheviya gel û netewan nîşan bidim. Rejîma Baas'ê bi polîtîkayên xwe yên înkarkirinê gel ji hev cuda dikir. Zimanê Erebî hakim kiribûn û gelên din wek Kurd, Tirkmen, Suryan nedikarîn bi zimanê xwe perwerde bibînin. Lê niha ez wek jineke Ereb bûme mamosteya zimanê Kurdî. Xwendevanên min tev Kurd in. Ez di wê baweriyê de me ku her ku em zimanê hev bizanibin û xwedî lê derkevin wiha jiyana hevbeş di nav gelan de saxlemtir dibe. Ez bi hêvî me herkes bikaribe xwedî li zimanên ku li Sûriyê qedexe bûn wek Kurdî, Sûryanî, Tirkmenî û hwd. derkevin û ji bo zimanên wekheviyê xebat bikin."
(en/rc)