Li gundê Resmîl Aktara azadkirî rûyê jinan dikene
11:55
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC - Di çerçoveyê Operasyona Şehît Fermandar Faysal Ebû Leyla de gundê Resmîl Aktar ya ku xwedî cihek stratejîke hat azad kirin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî a Minbicê Adnan Ebû Amcad got, "Ez ji vir bang li tevahî gelan dikim; ji navend û cihên ku çete lê dimînin dûr bikevin. Em soz didin gelê xwe ku wan azad bikin."
Di çerçoveyê Operasyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla ku di 1'ê Hezîranê de hatî dest pêkirin, gundê Resmîl Aktar ku ji şevê din heya sibê şer lê qewimiye hat rizgar kirin. Gundê Resmîl Aktar a ku fabrîqayên genim lê heyî, ji ber xwedî cihek stratejîke çeteyên DAIŞ'ê gelek hêzên xwe li wir bi cih kiribûn.
Piştî şerek giran gund hat azad kirin
Şevê din piştî şervanên Minbicê ji bo azadkirina gund ketin tevgerê çeteyên DAIŞ'ê xwe spartin fabrîkayên genimê û ji wir bi çekên giran êrîş kirin. Di encamê şerê giran ku heya berdestê sibê li gel çeteyên DAIŞ'ê berdewam kiriye, çeteyan bi wesayîtên bombe barkirî dest bi êrîşê kirin. Di encama êrîşê çeteyan şevê din 2 jê zarok sê sivîl jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî bi giranî birîndar bû. Di encamê şerê giran de çeteyên DAIŞ'ê gelek wendahî da. Di vê navberê de jî balafirên koalîsyonê ket dewrê û bi têkçûna çeteyan gund hat azad kirin.
'Em soz didin gelê xwe ku wan azad bikin'
Li qadê şer di dema operasyonê û azadkirina gundê Resmîl Aktar de me mîkrofona xwe dirêjî Fermandarê Meclîsa Leşkrî a Minbicê Adnan Ebû Amcad kir. Adnan got, "Pêşdeçûna hêzên me dewam dike. Em ê bi hêzê xwe bikevin Minbicê. Wek tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê gel dîl digre û di şerde wek mertal bi kar tîne. Em jî hewildidin ku gelê me zirarê nebîne. Ji ber vê me dora Minbicê girtiye û em benda derketina gelê xwe ne. Di çerçoveyê operasyonên me de şervanên me gihêştine fabrîkayên genimê. Çeteyên DAIŞ'ê fabrîkayên genimê wek cihek stratejîk bikar tanîn. Bi hêzê xwe me gelek sivîl rizgar kirin ji wir. Ez ji vir bang li tevahî gelan dikim; ji navend û cihên ku çete lê dimînin dûr bikevin. Em soz didin gelê xwe ku wan azad bikin."
(rc)