Xeyalên Ebû Leyla wê pêk werin

09:11

Binevş Sarya-Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Feysel Ebû Leyla (Feysel Sedûn) fermandarê ku di jiyanê de bi hevalheziya xwe, di şer de jî bi berxwedanî û lehengiya xwe dihate nasîn, taybetiyê wî yên din jî me ji devê hevjîna wî guhdar kir. Hevjîna wî qala girêdana Feysel Ebû Leyla bi têkoşînê kir û zarokan kir û wiha got, "Feysel dixwest ji zarokên xwe re pêşerojek azad avabike."

Ebû Leyla (Feysel Sedun) yek ji zarokên bajarê berxwedanê Kobanê bû, bi eslê xwe Kurdek ji gundê Qararîşkê ya ser bi Kantona Kobanê bû. Lê malbata wî derbasî bajarê Minbicê dibe û li wir mezin dibe. Ebû Leyla yekem car bi Lîwaya El-Ehrar re li bajarê Helebê, li dijî rejîma BEES'ê şer dike. Paşê bi grubên Cephet El Ekrad re li dijî hêzên çeteyan û rejîmê şer dike. Herî dawî tabûra bi navê Şems El-Şîmal (roja bakûr) saz dike. Dema jê dipirsin çima ev nav, dibêje 'roja me li Îmraliyê ye, lewma'. Di dema şerê Berxwedana Kobanê bi endamên tabûra xwe ve di nav refên berxwedanê de cih digire. Li Kobanê 4 caran birîndar dibe. Cara dawî di teqîna çeteyên DAIŞ'ê li deriyê Mûrşît Pinar bi awayeke giran birîndar dibe. Piştî derman dibe cardin vedigere Kobanê û beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên Sirînê, Girê Sipî, Holê, Şedadê û Tişrînê dibe. Herî dawî dema ku pêngava rizgarkirina Minbicê destpê kir, bi tabûra xwe re beşdarî hemleyê bû û di nav Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cih girt. Daxwaza wî ew bû ku bajarê xwe ji çeteyan rizgar bike û di mala xwe ya li Minbicê de bi hevalên xwe re çayekê vexwe. Herî dawî di pêngava rizgariya Minbicê de li gundê Ebû Qelqel, bi parçeya şerapnelê ji serê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. Di 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û 6'ê Hezîranê bi awayeke girseyî li bajarê Kobanê hate oxirkirin. Hevjîna wî Dîcle Ehmed Sedûn behsa kesayeta Ebû Leyla kir û aliyên Ebû Leyla yên nedihatin zanîn ji me re ravakir.

'Em wek du hevalan bûn'

Dîcle bi awayekî serbilind qala bîranînên hevjînê xwe Ebû Leyla kir û wiha got, "Ez û Feysel zarokên apê hevin, jixwe em di zaroktiyê re hevalên hev bûn û me ji hev hezdikir. Zewaca me zewaceke evînî bû. Mala Feysel beriya me derbasî Minbicê bibûn, piştî em bi hev re zewicîn jî ez jî derbasî wir bûm, keçên min Leyla û herdu xwîşkên wê li wir hatin dinê. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin herêmê, em ji Minbicê derbasî Kobanê bûn. Jixwe beriya wê jî Feysel di nava karên şoreşê de cih digirt. Lê dema em hatin Kobanê êdî bi awayeke çalak tevlî xebatan bû, di hemû gavên rizgariya herêmê de cih girt. Di dema şerê Kobanê de li eniyên herî pêş cih girt û xwesteka wî ew bû ku Kobanê zû rizgar bibe. Dema li malê bû jî hertim diyalogên me weke du hevalan çêdibûn. Tu caran di navbera me de ferq û cudatî tunebû. Li ser mirovan zordarî nedikir."

'Dixwest ji zarokên xwe re pêşerojeke azad avabike'

Dîcle xeyalên Feysel Ebû Leyla yên ji boyî zarokan jî wiha anî ziman, "Dema carnan me li ser pêşeroja zarokan nîqaş dikir, digot ez ê Leyla bikim bijîşk. Jixwe ji her çar keçên xwe gelek hez dikir. Lê pir caran digot ez dil nadim ku bibînim kes tiştekê ji Rehev re bêje. Ez ê wê pir cuda mezin bikim. Ez ê keça xwe Rehev bidim şoreşê, ji bo bibe keseke mezin û bi nirx. Feysel tu caran cudahî nexist navbera zarokan de, wî herdem dixwest ku em keçên xwe bi awayeke azad mezin bikin û ji wan re pêşerojeke xweş deynin. Ji ber wê têkoşîn dikir ku Kurdistan û tevahî Sûriye zû rizgar bibe."

'Xeyalê wî zivirîna Minbicê bû'

Dîcle bilêv kir ku xala sereke ku Ebû Leyla jê aciz bû û nedipejirand koletî bû. Feysel kesekî wisa bû ku koletî ji kesek re nedipejirand. Ji ber wê jî di hemû şerên li dijî desthiladariyê cih girt û gelek caran jî birîndar bû. Lê tu caran nedigot ez westiyam, an jî birînên min dêşin, ez li malê rûnim. Ew li eniyên pêş di nav şerê herî giran de bû. Xeyala wî ew bû ku careke din bizivire Minbicê û li mala me bi hevalên xwe re rûnê û çayeke germ vexwe. Ew negihîşt Minbicê, lê dê hevalên wî li mala wî de bi rehetî çaya Feysel vexwin û dê Minbicê azad bikin. Carnan min jê re digot neçe, wî digot 'Ez ê li xwe muqate bim ku tiştek bi min neyê, netirse em ê bi hev re keçên xwe mezin bikin', lê ew çû. Ez soz didim wî ku ez zarokan li ser daxwaza wî azad mezin bikim. Leyla bikim bijîşk û Rehev jî bidim şoreşê, herdû keçên xwe yên din jî bi awayeke herî baş xwedî bikim."

Dîcle herî dawî wiha got, "Ez hêvîdarim herkes ji bo pêşeroja azad a zarokan şer û têkoşîn bike. Em bi hev re pêşeroja azad bidin zarokên xwe. Ev xeyala Ebû Leyla bû."

(en/rc)