Li Nisêbînê cejin jî qedexe ye!

14:49

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku polîtikayên komkujiyê di roja 114'an de berdewam dike, destûr nade welatî li her mizgeftê nimêj bike û nimêja Cejna Remezanê jî li welatiyan qedexe kir. Hêzên dewletê ziyareta goristanan jî asteng kir û gefa "Em dê we bidin ber guleyan" li welatiyan xwar.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rewşa awarte û polîtikayên komkujiyê di roja 114'an de berdewam dike. Hêzên dewletê ku dorpêçê li ser kolan û taxan berdewam dike li mizgeftan nimêja cejnê jî qedexe kir. Polîsan hin mizgeft diyar kirin û ji bilî van mizgeftan destûr nade mizgeftên din.

Li aliyê din welatiyên ku xwestin serê sibê biçin ser goristana Hacilaran ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Polîsan der û dorên goran dorpêç kirin û bi gotina "Hûn biçin ser goristanan em dê we bidin ber guleyan" welatî tirsandin.

Li navçeyê rewşa awarte didome. Lê li gel qedexe û zêdebûna polîsan gera welatiyan û ziyareta malbatan berdewam dike.

(zt)