Menel a Suriyeyî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin
13:15
JINHA
EDENE - Li Edeneyê jineke Sûriyî ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Jina bi navê Menel Îsmaîl a ku ji Sûriyeyê ya li Taxa Mîrzaçelebî ya Seyhana Edeneyê rûdinişt, bi şev ji hêla hevjînê xwe Ahmet Îsmaîl ve hat qetilkirin. Li gor agahiyên bi dest ketî; di navbera her duyan de munaqeşeyek xwe dide der û li ser vê Ahmet Îsmaîl kêrê li Menel Îsmaîlê dixe. Kujerê ku heta sibehê li malê ma, danê sibehê li polîsan digere û diyar dike ku jina wî jiyana xwe ji dest daye. Polîsên ku hatin cihê bûyerê Ahmet Îsmaîlî binçav kirin.
Cenazeyê Menel Îsmaîlê jî bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Edneyê.
(zt)