Listokên medyaya hewizê ser Hurşît Kurlter vala derket
14:32
JINHA
ŞIRNEX - Rayedarên dewletê der barê aqûbeta Hurşît Kulter ê ku li Şirnexê hate binçavkirin 44 roj in bêdeng in, rojnameya Akşamê bi gotinên zarokekî 14 salî manseta “Ji Kanalîzasyonê derket çiya” ve hewl da hikûmetê bêguneh nîşan bide. Di îfadeyên ku zarokê bêyî parêzer û bêpsîkiyatrîst daye de îdiayên ku di Akşamê de cih digire tuneye.
Rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê hate binçavkirin û tîmên taybet ev agahî di hesabên xwe yên çapemeniya civakî de parve kirin 44 roj in der barê aqûbeta Kulter de tu agahî tuneye. Rayedarên dewletê ku bêdengiya xwe diparêzin, li aliyê din jî çapemeniya îxtidarê bi nûçeyên derew ve Hurşît Kulter derxistin çiya. Rojnameya Akşamê li ser îfadeyên zarokekî di bin çavan de manseta “Ji kanalîsazyonê derket çiya” avêt. Rojname nûçeya xwe jî dispêre îfadeyê zarokê 14 salî yê bi navê S.Î. yê ku rojên borî hate binçavkirin û 14 saetan binçavkirina wî nehat qebûlkirin.
Di rojnameyê de îfadeyên wekî “S.Î. got ku herî dawî Hurşît ê li dijî hêzên ewlehiyê çek bi kar dianî di roja 50’emîn a operasyonan de bi 20 kesan re dîtiye û teşhîs kiriye. S.Î. got ku Hurşît ji 27’ê gulanê kut ê gotin hatiye binçavkirin jî li bajar xwe veşartiye. S.Î. got ku Hurşît ji bo bireve riyên kanalîsazyonê ya bajar bi kar aniye û çûye çoltera Cudî” bi temamî mîzansen derket.
Îfadeyên zarokê bi navê S.Î. yê ku bi rojan di bin çavan de ma bêparêzer û bêpsîkiyatr îfadeya wî hate girtin û tiştên k udi rojnameyê de derbas dibe jî di îfadeyê de tuneye. S.Î. di îfadeya xwe ya dozgeriyê de tenê gotina “Hurşît Kulter ez dizanim berpirsyarê taxa Bahçelîevlerê bû. Careke hate taxa me, min li wê derê dît.”
S.Î. di 26’ê hezîranê de li ber mala xwe ya taxa Gundogduyê ji aliyê cerdevanan ve hatibû binçavkirin û teslîmî tîmên taybet hatibû kirin, 12 saetan binçavkirina wî nehatibû qebûlkirin. Di encama hewldanên parêzeran de piştî 12 saetan derketibû holê ku li 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan e û piştre jî biribûn Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. S.Î. yê rastî îşkenceyê hatibû jî piştî rojekî sewqî Edliyeya Şirnexê hatibû kirin û piştre jî hatibû girtin.
(zt)