‘Emê her hefte bipirsin Hurşît Kulter li kuye’
16:00
JINHA
AMED/ÊLIH- Parêzvanê Mafê Mirovan û xizmên windayan ku di hefteya 387'emin de hatin gel hev aqîbeta Hurşît Kulter ê 44 rojin jê agahî nayê standin pirsîn. Xizmên windayan diyar kirin ku dê her hefte pirsa "Hurtşît Kulter li kuye" bikin.
AMED
Şaxa ÎHD'a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila windahî bên dîtin û Faîl bên darizandin" çalakiya xwe ya rûniştinê ya haftane, ku kete hefteya 387'emin de li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu pêk anîn. Di çalakiyê de weneyên windayan hatin hilgirtin.Endam û rêveberiyên Şaxa ÎHD'a Amedê, xizmên windayan û aktivîstên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Hurşît Kulter ê Rêveberê DBP'a Şirnexê ku ev 44 rojin jê agahî neyê girtin hat pirsîn û weneyên "Hurşît Kulter li ku ye" hatin hilgirtin.
'Bila kujerên Vedat Aydin bên dîtin'
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî ku beriya çalakiya rûniştinê axivî, diyar kir ku hîna bi dehan mirov li nava bajaran tên qetilkirin û rêveberên pêkanîn salîn 90'î îro jî di dewrê dene. Racî der barê qetilkirina Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin, ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de axivî û wiha got: "Dewletê siyasetmedareke pir êja û mirov pir girîng ji nava me girt. Em di wê baweriyê de hişmendiya ku rêhevalê me Vedat ji me girtî, niha jî zarok û ciwanên me bi heman rêbazê qetil dike. Ger dewletê kujerên windahiyên me bidarizandibane, me niha ne Vedat bibîr dianî û ne jî kujerên nenas derdiketin holê. Em îro li vir di lêgerîna xwe ya edaletê de Vedat Aydin bibîr tînin û di hemana demê de dixwazin kujer bên dîtin."
Ji bo Hurşît dê her hefte çalakiyê li dar bixwin
Racî ragihand ku dê ji bo Hurşît Kulter lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hurşîd destê dewletêye û her kes jî vê dîzane. Cezayê wî çiye divê ji me re bê gotin û li gorî wê divê bikeve pêşberî dadgehê. Dewlet nikare li gorî serê xwe wî veşêre. Divê der barê aqîbeta wî de ji malbata wî re dimildest agahî bê dayîn. Êdî em ê di her çalakiya xwe de pirsa "Hurşît Kulter li kuye?" bikin. Di heman demê ji bo koşerên Tahir Elçî jî bên dîtin em ê çalakiya xwe ya edaletê bidomînin."
Piştî axatina Racî, hat xwestin ku kujerên Abdulcelîl Kaçar ê di 17'ê Gulana 1994'an de li Newala Qesaban a Sêrtê hat winda kirin, bên dîtin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan serpêhatiya Abdulcelîl Kaçar ku li ser gotinên bavî wî wiha ragihand: " Abdulcelîl û malbata wî li gundê Kişlacik ê girêdayî Sêrtê dîjin. Abdulcelîl bi hevalên xwe Husnu Kaçar, Halî Erzan û Rafet Ozer re xwestin biçin Sêrtê û pêdiviyên xwe yên cejnê pêk bînin. 4 hevalên ku di sefera rê de bûn, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin sekinandin û ew birin Newala Qesaban a girêdayî Sêrtê. 4 kesên ku hatin girtin li Newala Qesaban weke ku ketine pevçûnê di heman rojê de ji aliyê Tîmên Taybet ve hatine înfazkirin. Li ser cenazeyên her 4 kesan çek datînin û wan diavêjin Newala Qesaban. Dema ku malbat dixwaze cenazeyên xwe bigrin, hezên dewletê bi hinceta 'Ev terorîstin' cenazeyan nadin malbatê. Li ser ragihandinên malbatan, çapemenî vê bûyerê weke ku 'Li çiyayê Sêrtê 4 terorîst hatin kuştin' radigîn in. Dê têkoşîna edaletê ya malbata Kaçar bidome."
Piştî axaftin û 5 deqe çalakiya rûniştinê, malbat belav bûn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 387'an jî hatin gel hev û akibeta windayan pirsin. Çalakiya ku li ser Cadeya Gulîstanê hat lidarxistin de pankart hatin vekirin û wêne hatin hilgirtin. Li gel xizmên windayan, nûnerên mafên mirovan û damezrînerên civaka sivîl tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de "Peymana Navneteweyî ya der barê Parastina bi Darê zorê Windakirina Hemû Kesan a BM" hat bibîr xistin û hat gotin windakirin suçê mirovahiyê ye. Li Êlihê jî aqûbeta Hurşît Kulter hat pirsin. Di heman demê hat diyar kirin ku "We sax girtiye, em wî sax dixwazin… Hurşî Kulter li ku?" pirs hat kirin."
(zk)