Ji bo rakirina tecrîdê jinên Kobanê dest bi kampanya îmzayan kirin
16:32
JINHA
KOBANÊ – Kongira Star a Kantona Kobanê dest bi kampaniya komkirina îmzan ji bo dawîkirina tecrîca li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.
Kongira Star a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re kampaniya komkirina îmzan ji bo dawîkirina tecrîca li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin.
Daxuyani wihaye: "Keda herî mezin ku encama vê rastiyê derxistiye holê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye. Di zanebûn, polîtîkbûn û parastina nirxên azadiyê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hezaran mirov û bi taybetî jin, rolekî diyarker lîstiye. Rastiya gelê kurd di nûnertiya rêbertiya Abdullah Ocalan de bûye xwedî nasname. Rastiya gelê kurd hemû cewherê xwe ya dîrokî, civakî û çandî di kesayetiya Abdullah Ocalan de dibîne. Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û bi taybetî ji bo me wekî jinên kurd çavkaniya cewhera nirx, azadî û jiyanê ye.
Pêşketina mudela çareseriya demokratîk li rojava ne endama çar salan e. Rêxistin û sazîbûyînên demokratîk û xweser ên ku beriya 20 salan bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rojava hatibûn pêşxistin, îro xwe gihandin damezrandina pergala federaltî li rojava- bakurê Sûrê. Bi şoreşa rojava û berxwedana Kobanê re jî, bala raya gîştî ya cîhanê hate kişandin û deng veda.
Çavkaniya wan pêşketinên mijara gotinê jî, bingeha xwe di encama zêdetirî 20 sal têkoşîn û keda ku Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1999 di keda li Sûriyê daye digre. Rêbertiya me kedkarê herî mezin ê azadiya têkoşîna jina kurd e. di nav 20 salên rojava de, jineke ku bi riya rêbertiya me sûd wernegirtibe û bi hev re kar nekiribe, nîne. Di roja me ya îro de, têkoşîna jina kurd, pêşketina vîna azad û biryarbûyîna jinan li dijî DAIŞ`ê çavkaniya xwe ji Abdullah Ocalan werdigre"
Jinan got ku ew weke jinên kurd tu carî kompluya navnetewî ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de dîl hate girtin, nepejrand. Ev 17 sal girtin û tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd di hundirê giravê de şerê herî mezin li dijî gelê kurd e. Rêberê Gelê Kurd tevî her tiştî bê hejmar hewil daye ku diyalok û aşîtî pêş bikeve; di heman demê de nexşeya rê ji bo jiyanek hevpar û rûmeta gelan derxistiye holê. Di wê wateyê de, Rêberê Gelê Kurd mîmarê aşîtiyê ye.
Hêviya gelê me yê bi romet a aştî û çareseriyê ye. Her cure êrîşên li hemberî Rêberê me êrîşa li hemberî gelê kurd û jinên kurd e. Em dixwazin bibîr bînin ku emê tu carî kêliyekî jî bê, şert û mercên ku Rêberê me tê de ye, nepejrînin.
Herî dawî ji bo ku rewşa Rêberê me lêkolîn bike, CPT çûye girava Êmraliyê lê belê heta roja me ya îro jî tu daxuyanî li ser rewşa Rêberê me nedaye raya gîştî. Em bang li CPT dikin ku bi awayekî lezgîn rastiyê bi raya giştî re parve bike. Tevahî saziyên navnetewî yên mafên mirovan û bi taybet dadgeha mafên mirovan a Awropayê, neteweyên yekbûyî di vê mijarê de hîn jî bêdengin. Em vê nêzîketiyê tu carî napejrînin.
Em bang li raya giştî ya netewî, sazî û rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan dikin da ku vê bêdengiyê bişkînin û weke erka xwe ya bingehîn a mafên mirovahî berpirsiyartiya xwe bicih bînin. Em li ser navê jinên rojava ku îmzeya wan li jêr heye wekî rêxistina Sîwan ya jinan li rojava Kongira Star bang li her kesî û bi taybet li jinan dikin da ku bi hemû sazî û rêxistinên xwe ji bo şikandina tecrîdê ya ku Rêbertiya me tê de ye, piştgiriyê bidin.
Em bang li CTP dikin pergala tecrîda ser Rêberê me tê meşandin eşkere bike."
(kom/zt)