Jinên Dîlokê: Hurşît Kulter li ku ye?

09:03

Pîroz Zirig / JINHA

DÎLOK – Jinên Dîlokê têkildarî aqûbeta rêberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter de bang li serokkomar Tayyîp Erdogan kirin û gotin: “Dayika berfo 30 salî li hestiyên kurê xwe geriya. Heta cem Erdogan çû. Erdogan jê re got tişta pêk hatiye ne di dema min de ye. Kurê dayika Berfo ne di dema te de bû lê Hurşît di dema te de winda bû. Hurşît Kulter li ku ye.”

Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ku li navenda Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê yên hatine destpêkirin taxa xwe terk nekir û li mala xwe ma, ji 27’ê Gulanê û vir de agahî jê nayê girtin. Hurşît ku ev 45 rojin agahî jê nayê girtin, ji bo wî li gelek cihan çalakî pêk hatin û kampanya dan destpêkirin. Jin j ibo êdî windahiyên siyasî neyên jiyîn dipirsin: Hurşît Kulter li ku ye?

Ji jinên Dîlokê Nezahat Akdoganê da zanîn ku divê demildest Hurşit bê dîtin û wiha pê de çû: “Hemû cîhan dizane ku Hurşît Kulter windaye. Lê em wek gel li pey nagerin. Ew ewladê me hemûyane. Êşa me hemûyane. Em vê qebûl nakin. Hun jî qebûl nekin. Di salên 90’î de me ev pir jiya. Divê em niha venegerin wan rojan.” Nezahatê bi lêv kir ku gelê Kurd gelekî bi hişmende û ev tişt anîn ziman: “Kurekî me ev 45 rojin windaye. Divê em vê temaşe nekin. Divê em dengê dayika Hurşît bilind bikin. Kurê me li ku ye divê derxin holê. Sax an mirî. Me di vê cejnê de êşa zarokên xwe yên hatin kuştin jiya. Me cejn nejiya. Lê baweriya min eve ku emê di demek kurt de ji van êşan rizgar bibin. Em gelekî bi rumetin û ji bo rumeta xwe têdikoşin.”

'Ez wek dayikekê vê êşa dil parve dikim’

Dayika bi navê Kudret Yavuz jî da zanîn ku Kerîme Kulter wek dayikekê rojên bi zor û zehmet derbas dike û wiha berdewam kir: “Dayika Hurşît Kulter pir xemgîn dibe. Ez jî wek dayikekê wê difikirim. Em hemû dayik dixwazin Hurşît Kulter bê dîtin. Ez wek dayikekê vê êşê ji dil parve dikim. Kes nekare li dijî vê êşê berxwe bide. Ev 45 rojin li holê tine. Dilê mirovan berxwe dane.”
‘Ne Cemîl Kirbayir lê Hurşît di dema te de hat windakirin’

Sakîne Behçet got ew êşa windayan ev 30-40 sale dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bedenên ciwanên me tazî dikin û teşîr dikin. Bi hezaran ciwanên me wek Hurşît hatin windakirin. Kesên van dikin ji xwe re dibêjin em muslimanin. Dayika berfo 30 salî li hestiyên kurê xwe geriya. Heta cem Erdogan çû. Erdogan jê re got tişta pêk hatiye ne di dema min de ye. Kurê dayika Berfo ne di dema te de bû lê Hurşît di dema te de winda bû. Hurşît Kulter li ku ye. Hurşît û Haci Bîrlîk di dema Erdogan de winda bûn. Ev du mehe dayika Hurşît her roj dimire. Mafê we tine hun vê êşê bidin jiyîn.”

(pz/hu)