‘Ji bo taxrîbata erdnîgariya Kurdistanê hinceta dewletê heman e’
09:04
Hulya Okalin/JINHA
AMED - Endama Dîwana Ekolojiya KCD’ê salîha Aydenîz çavderiyên xwe yên li gundên Licê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat şewîtandin ragihand. Salîha destnîşan kir ku çawa dewlet ji bo talan kirina bajarên Kurdistanê xendekan hincet nişanda, ji bo tarîxbata xwezaya Kurdistanê jî tiryak nişan dide.
Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê ji bo taxrîbat û şewata di operasyona leşkerî de li navçeya Licê ya Amedê derket holê, li heremê dest bi lêkolînê kir. Şandeya ku ji 25 kesan pêk tê li gund û gundikên wek Huseynîk, Derxust, Goma Sarûxan, Goma Sofî Elî, Cînezûr, Mehlê, Kerwas, Nenyas û Sîsê ku bi rojan dibin dorpêça hêzên dewletê de man û darîstanên wan hatin şewîtandin, lêkolin kirin. Endama Dîwana Ekolojiya KCD’ê salîha Aydenîz çavderyên xwe yên li gundan vegot. Salîha destnîşan kir ku çawa dewlet ji bo talan kirina bajarên Kurdistanê xendekan hinçet nişanda, ji bo tarîxbata xwezaya Kurdistanê jî tiryak nişan dide. Salîha diyar kir ku armanca dewletê ne tiryak an jî xendekin, armanç tunekirina xwezaya Kurdistanê ye.
Salîha da zanîn ku dê çavdêriyên xwe kombikin, bikin rapor û wiha berdewam kir: “Me berî hefteyek ji bo qetîlkirina xwezaya Lîcê bangawaziyek li hemû xwezaperestan kiribû. Li ser vê bangaxwaziyê ji hemû heremên Kurdistanê endam û nûnerên Ekolojiyê li hev kom bûn û ji bo lêkolinê em hatin Licê. Em hemû bi hev re li gund û mezreyên hatine xirakirin û şewitandin yek bi yek geriyan û tahrîbatiya ku hatiye kirin di cih de dît. Tiştên me li gundan dît emê hemû li hev kom bikin û hemû çavderiyên hevalên xwe di reporekî de kom bikin. Her çi qas dewlet bi hinceta tiryakê operasyonê dabe destpê kirin jî ev ne rast e. Me bi çavê xwe dît ku li hemû cihên hatine şewîtan mirov hene û cihê jiyanê ye şewîtandine.”
‘Bi sedan cureyên ajalan jî hatine qetîlkirin’
Salîha diyar kir ku li cihên lêkolin kirine de tespîtkirine ku di operasyonê de gelek ajal jî bi şewatê hatine qetîlkirin û wiha pê de çû: “Divê operasyona qirqirinê de di şewata darîstanan de ji bilî dar û xwezayê bi sedan cureyên ajalan jî hatine qetîlkirin. Bostan û bahçeyên welatiyan jî hatine tahripkirin. Wek me di serî de jî got, armanca dewletê ew bû ye ku hemû ernîgariya Kurdistanê bi şewatê tune bike û disa koç bide dest pê kirin. Li wan gundên ku em lê geriyan de me dît ku hemû riyên çun û hatinê şewîtandine. Leşkeran ji bo xwe rê çê kiriye û bi dilê xwe dest bi talanê kiriye. Her wiha ji bo parastina xwe di rê yên gundan de xendekan vedan ne.”
‘Armanç tunekirin e’
Salîha li ser encamên şerê li Kurdistanê hatiye destpê kirin jî ev tişt got: “Ev saleke ku dewlet li gelek bajarên Kurdistanê şerek giranbiha daye dest pê kirin. Dewlet çawa ji bo tune kirin û taxrîbatkirina bajarên Kurdistanê bi hinceta xendekan êrîş bir ser bajarên kurdan niha jî bi hinceta tiryakê li Licê darîştanên Kurdistanê dişewîtine. Armanca hemû hincetetên ku tên kirin yek e. Armanç tunekirin e.
Salîha bal kişan ser çalakiya mertalên zindî û got, “Divê şerî de dewletê herî zede zerarê dide gorîstanên cangoriyên me. Her çi qas şer û operasyonên leşkerÎ çê dibin de ewîl êrîş dibin ser şehîdgehan. Gel vê nîzîkatiyê tu carî qebûl nake. Lewra bi rojan e ku malbatên me ji bo carek din operasyon li ser şehîdgehê neyê kirin û xweza zararê nebine dest bi nobetê kirin. Em jî wek xwezaperestan piştgiriyê didin nobetdaran.”
Salîha di dawiya axaftina xwe de got ku dê hemû lêkolîn û çavderiyên xwe bixin repor.
(zt)