Darîstanên hatin şewtandin bi destê jinê cardin şîn dibin

09:05

Hulya Okalin/JINHA

AMED - Darên fekiya yên li ber Şehîdgehê hatibûn çandin, di bombebaranê de hatin şewîtandin, yên tam ne şewitîne jî ji ber têhna agîr çilmisîn bi destê jinê carek din tên şîn kirin.

Di 18'ê hezîranê de li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û herem bi rojan hate bombekirin. Di encama bombebaranê de "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya Licê hate taxrîpkirin. Piştî ku qedexeya derketina derve bi dawî bû bi sedan welatî bi pêşengiya MEYA-DER, KJA, DBP, KCD û HDP'ê de, ji bo carek din Şehîdgeh neyê bombekirin welatiyan "Çalakiya Nobetê ya Şehîtgehê" dan dest pê kirin.

Çalakiya Nobetê ya li dijî operasyonan di roja 7. de bi tevlîbûnên nû berdewam dike. Jinên ku li her qadên berxwedanê cihê xwe digirin jî bi reng û têkoşina xwe ya bêhempa piştgiriyê didin nobetê. Jinên ku di nobetê de berpirsin ji bo nû kirina Şehîdgehê ketin nav liv û tevgerekî. Jinên nobetdar bi destê xwe teşe û tamê didin jiyanê di vê çalakiya nobetê de jî hemû berpirsiyariyên xwe bê kêmahî bi cih tînin.

Darên fêkiya yên li ber Şehîdgehê hatibûn çandin, di bombebaranê de hatin şewîtandin, yên ne şewitiyîn jî ji ber têhna agîr çilmisîn bi destê jinê carek din tên şînkirin. Jinên nobetê bi tavdangê re dikevin nav baxçeyê daran û ber daran ji gihane zêde pakij dikin. Jin ava çirikê ku gelek ji bexçeyê daran dur e bi bêdroka dikişinin û daran av didin.

Jinên ku hemû kar û xebatên çalakiya nobetê bi hevparî dikin diyar kirin ku heya Şehîdgeh wek berê bidin nû bikin dê nobeta xwe berdewam bikin û destûrê nadin carek din bê xira kirin.

(zt)