Jina bi navê Reşa Yûnis li mala xwe kuştî hat dîtin

14:31

JINHA

EFRÎN – Li gundê Hac Iskender ê Navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê cenazeyê jina bi navê Reşa Yûnis li mala wêdîtin.

Li gorî hêzên Asayîşê yên Navçeya Cindirêsê cenazeyê jina bi navê Reşa Yûnis (35) dayîka 8 zarokan e hatiye dîtin. Hêzên Asayîşê dan diyar kirin Reşa bi guleya çeka nêçirvaniyê hatiye kuştin.

Her wiha Asayîşê diyar kirin ku ev doz hîn dilê pirsînê de ye.

(fr/hs)