Konferansa Şaredariyên Rojava bi nîqaşan berdewam dike
14:45
JINHA
RIMÊLAN - 1. Konferansa Şaredariyên Rojava di roja duyemîn de li Navenda Aram Tîgran bi coşeke mezin didome.
Konferansa ku duh hatibû destpêkirin, îro bicoşeke mezin didome. Delegeyên Şaredariya Efrînê ku duh ji Konferansê kêm mabûn, îro beşdarbûn. Piştî ku duh rapora salê hate xwendin, gelek nîqaş li ser hatin kirin. Xalên nîqaş kirina kar û xebatên salê, her wiha beşê rexne û rexnedan hatin destgirtin.
Zagonên jinê, rola jinan di şaredariyan de, pêşxistina projeyên ku jin tê de pêşeng in û kêmasiyên ku di kar de derdikevin, hatin nîqaşkirin.
Konferans bi nîqaşan didome.
(rd/hs/zt)