Ji bo rakirina tecridê li Kobanê kampaniya imzeyan destpêkir
15:36
JINHA
KOBANÊ - Kongra Star li Kantonê dest bi kampaniya imzeyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
Kongra Star li Kantona Kobanê dest bi kampaniya komkirina imzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Bi vê armancê Kongra Star imze ji Saziya Zimanê Kurdî, Meclisa Rêveber a Kantonê, Desteya Perwerdê, Desteya Ciwan û Werzîşê, Ragihandina Azad, Şaredarî û Desteya Hundurîn a Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê hatin komkirin. Wê ev kampaniya sê rojan bidome da ku hejmareke mezin ji imzeyan werin komkirin.
Di vê derbarê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Fewziye Ebdê got: "Ev kampaniya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin. Em ê ji dijminan re bidin îsbatkirin ku em bi Rêberê xwe re ne û şoreşa ku Rêber Apo daye destpêkirin em wekî gelê Rojava dê rêya bişopînin û mafê gelê kurd bidestbixin heya ku em Rêberê xwe ji tecrîdê xelas bikin. Jina Kurd bi felsefeya Rêber Apo ronahî li Rojava û tevahî Kurdistanê belav kiriye. Em jî wekî Kongra Star dê heya dawiyê bi Rêber Apo re bin."
(ze/hs/zt)