Navê berxwedêrên Surê di zarokên nû tên diniyayê de tên jîndar kirin

10:42

JINHA

AMED – Zarokên di nava berxwedanê de hatin dinê, bi navên girtine berxwedanê bê mirin dikin. Malbatên zarokên di dema qedexeyan de hatin dinê diyar kirin ku wan navê berxwedêran ên weke; Zinar, Berxwedan û Rêber li zarokên xwe kirine û bi wî awayî wan didin jiyandin.

Di berxwedana Surê ya dîrokî de navê berxwedêrên rê nîşander li zarokên nû tên dinê dikin. Hinek ji wan navan jî Zinar, Berxwedan û Rêber e. Malbatên ku navê berxwedêran li zarokên xwe kirine dan zanîn ku ji bo ew berxwedêran bidin jiyandin navê wan li zarokên xwe kirine.

Sidar a ku ji Taxa Dabanoglu ya Surê derketiye navê Berxwedan li zaroka xwe kiriyî destnîşan kir ku ji bo kes wan ji bîr nekin wê navê Berxwedan li zaroka xwe kiriye.

Fatma ya ku di meha kanunê de ji ber zu zayinkir ji Taxa Fatihpaşa derketi ser daxwaza berxwdêrek a nava taxê Zozanê navê Zinar li zaroka xwe kir.

Jinek din a ku li Taxa Fatihpaşa ji berxwedêrê bi navê Rêber bandorbuye û navê w ili zaroka xwe kiriye.

'Dema ku zaroka min wateya navê xwe ji min bipirse'

Di meha kanunê dema qedexeyan nu despêkirî û heri bi şidet dewamdikir de Berxwedan li Taxa Dabanogluyê ya ku dayika wî, xwişk û birayên wî neçarbun derkevin ji taxê çavên xwe li diniyayê vekir. Dayika Berxwedanê ku hina di zigê dayika xwe de bu dengê tang û çekan dibihist Sîdar Kaya sedema ev nav li zaroka xwe kirî wiha anî ziman: “Kurê min li wê bi min re her tişt jiyan kir. Dema ku mexin bibe dê wateya navê xwe pirse, ezê ji van rojan jêre vebêjim. Ezê hemu tiştên me û mirovên di nava taxan de jiyan kirî jêre vebêjim. Her cara ku ez gazî wî bikim ezê vê berxwedanê bibîrbînim.”

'Ezê bi zaroka xwe re bîranînên xwe bidim jiyandin'

Malbatek a ku li Taxa Fatihpaşa dimîne û di dema qedexeya derketina kolanan a herî dirêj de ji 2’ê kanunê despêkirî de di nava taxê de mayîn navê Zinar li zaroka xwe kirine.
Dayika Zinar Fatma diyar kir ku ji ber zayina zu ew ji taxê derketiye, ne wihabana dibe ku derneketana û wiha domand: “Li wê bi rojan em di nava şer de man. Ger zaroka min nehata diniyayê ezê heya dawiyê li wê bimabama. Lê ez neçar mam derkevim. Em bi ciwanên li wê re weke hevalanbun. Ewana weke endamên malbata me lêhatibun, min û zarokên xwe gelek ji wan hezdikir. Herî dawi dema ku min heval Zozan dît ji bo min got; ‘Ger zaroka di zigê te de kurbe navê wî bike Zinar.’ Hina em li wêbun Zinar bi guleya sekvanan hat qetilkirin. Dema ku ez hinbum kurike beri ez bifikirim, min navê wî kir Zinar. Biranînên min li gel wan gelekbun, dema ku derketim min girtin gel xwe. Niha ez li gel kurê xwe hem biranînên xwe nu dikim hem ji berxwedêrên li wê bê mirin dihêlim.”

Bêmirinek din jî Rêber e. Rêber navê yek ji pêşengên berxwedêran ê di asta fermandariyêdebu. Malbata ku navê Rêber li zarokê xwe kirî jî di meha mijdarê de ji Taxa Hasirliyê derketin. Ji malên berê lê mane tiştek nemaye. Ewan jî weke malbatên dinê ji bo bêmirinkirinê navê berxwedêran li zarokê xwe yê nu hatî dinê kirin.

(zt)