Jinan bertek nîşanî înfazê dan

13:47

JINHA

WAN - Li taxa Xaçortê polîsên tîmên taybet ser malekê de girtin, jinek înfaz kirin û 4 jin binçav kirin. Di derbarê buyerê de jinên taxê nerazîbun nîşan dan.

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê di saet 16.00’an de polisên tîmên taybet ser malakê de girtin. Di serdegirtinê de polîsan li kolana Surmelî jinek înfaz kirin û jinên bi navê Îrem (35) Kezban (40), Sozdar (23), û Aynur (25) Akdogan jî binçavkirin. Pîştî îfadeyan Îrem û Kezban Akdogan di seat 22.00’an de serbest hatin berdan. Sozdar û Aynur jî ji bo îfadeyan li Şaxa TEM ya Midûriyeta Edremitê tên girtin. Ti agahi li ser jina hatî înfaz kirin nehat zanîn. Piştî buyerê li ser diwarên taxê nivîsên weke ‘Geldik sadece karılarınız vardı fistanlilar, toplar’ hatine nivîsandin û ala tirkan hatiye xiz kirin. Jinên taxê jî di derbarê nivîsên ser diwaran hatin nivîsin de bertekên xwe anîn ziman.

Gewrê Guzel jî di derbarê bûyerê de wiha axivî: “Dema ku em bi hewara cîranên xwe hatin polisan bi bombeyan êrîşî me kirin. Ciwanê me tên kuştin pîrên me tên kuştin xwedê qebûl neke. Bi çek û bombeyên xwe êrîşî ser me dikin. Bese êdî ti dewlet jî li ser vê neheqiya dewleta tirk nasekine da ku ev şere bisekine. Hêvî dikim Erdogan jî wek me êşên wisa dijwar bibine da ku êşa me bizane. Bi hezar maşineyên xwe yên zirxî hatin û avahî da ber gulebaranê. Îmana wan tuneye.”

Besna Akdogan jî got: “Dema ku dengê çek û bombeyan hat wê demê em jin derketin û me tîlîlî da. Zarok di nav avahiyê din de bû ez ji bo zarokan çûm polîs hemû hatin li ser serê min. Me zarok bi zorî derxistin .Bila Erdogan ne bêje Kurd xilas dibin. Em tu caran xilas nabin. Em her tim destê xwe didin yêk.”

Besna li ser nivîsên ser dîwarên taxê hatin nivîsîn ji bertekên xwe wiha anî ziman: “Em wan û nivîsên wan şermezar dikin. Ne tenê li Wanê ev gotinên qirêj li Geverê jî hatibû nivîsandin. Şerê xwe bi gel avahiyan, diwaran, dar û beran dike.”

(hk-db/zt)