Kerime Kulter 47 rojin bi fîstanê şîn li benda Hurşît e
09:06
Sarya Gozuoglu / JINHA
ŞIRNEX - Kerime Kulter, 47 rojin bi fîstanê şînê esmanî li benda Hurşît Kurlter e. Bi hiş û dilê her kesê "Roja guhertina fistan nêzbibe..."
Berî 47 rojan Hurşît Kulter li Şirnexê girtin binçavan, ji wê demê ve agahî nîne. Dayîka Hurşît Kerîme Kulter 47 rojin fistanê şînê esmanî jî ber xwe nekiriye. Dema ku pirsa çima tê kirin bersiv, "Dema ku min agahiya windabuna kurê xwe bihîst ev fîstan li ser minbu. Heya ez wî nebînim, fîstanekdin li xwe nakim." Dayika Kerime bi fîstanê şînê esmaniyê wateya wê ronahî û bêdawiye li benda roja gihiştina Hurşît e. Bi sekna xwe ya hêzdar, li berxwedana Şirnexê xwedî derdikeve û hêzê dide gelê Şirnexê.
Ji fîstanê dayika Kerime bêhna hêviyê tê
Weke Hayiriye Hudaverdi ya ku di dema li Farqînê qedexeya derketina kolanan de berxwedêr bi tenê nehêlayî, ji bo ku Deniz û Andok vegerîne jiyanê dest ji jiyanê berdayî. Weke Fatma Ateş a 55 salî li Surê di nava taxên berxwedanê de berxwedêr bitenê nehêlayî. Weke hemu jinên bi giyanek mezin di dîrokê de hêz dayîn berxwedanê Kerme Kulter xwediyê seknek berxwedanê ya qayîme. Rengê esmanî, rengê xemgîniyê nîşan dide. Bi fîstanê şînê esmanî û kitana sipî ya sembola aştiyê ya hemû dayikên kurdane, li benda Hurşît e.
Bi hêviya demek zutir fîstan guhertinê…
Bê sekin bersiva yên pirsa fîstan dike dide û dibêje, "Heya ez Hurşîtê xwe nebînim fîstanê xwe naguherim." Her kesên ku vê hevokê dibihîsin di çavên wan de wateya jinek zana, bihêvî û bawerî dide nîşandan. Di dil û hişê her kesê de heman temenê, "Bila roja guherîna fîstan nêzbe." Em jî bê par nemînin bi hêviya demek zu guherîna fîstanê dayika Kerîme re.
(zt)