Berxwedana 14'ê tîrmehê li Dirbêsiyê hat bîranîn
15:56
JINHA
DIRBÊSIYÊ- Saziyên sivîl û gelê bajêr ji bo bîranîna pakrewanên 14'ê tîrmehê civînek lidarxistin. Di civînê de sinevîzyon hate pêşkêşkirin û jiyana têkoşerên pêşneg ên rojiya mirinê hate vegotin.
Welatiyên Dirbêsiyê û saziyên sivîl pakrewanên 14'ê tîrmehê Kemal Pîr û hevalên wî li navenda Çand û Huner a bajar bi civînekê bibîr anîn. Di civînê de sinevizyonek li ser jiyana her çar pakrewanan hate pêşkêşkirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, paşê ji hêla endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM'ê Şahoz Hesen ve axaftin hate kirin.
Şahoz Hesen polîtîkayên îro li ser gelê Kurd pêk tê şibande polîtîkayên ku li ser girtiyên li girtîgehê di sala 1982'an de pêk dihat û wiha got: "Polîtîkayên pir qirêj li ser gelê kurd tên meşandin, li Amedê, Nisêbîn, Farqînê û hemû Kurdistanê ev polîtîka îro jî didomin. Lê gelê me bi ruhê berxwedana 14'ê tîrmehê vê polîtîkayê vala derdixe. Tu caran em ji doza xwe venagerin."
Di civînê de sînevizyonek li ser jiyana çar pakrewanan hate pêşkêşkirin. Sinevizyon li ser jiyana wan a ji zarokatiyê hetanî tevlîbûna wan a nava refên PKK'ê û berxwerdana wan a di Zindana Amedê de bû.
Civîn bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan', 'Şehîd namirin' û 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.
(şe/hs/zt)