'Di şikeftê de bi agahiya dozger îskenceya zayendî kirine'
16:20
JINHA
RIHA - Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi boneya balê bikşîne ser binpêkirina mafan ên li Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî. Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn, di civînê de diyar kir ku li Rihayê îşkence gelek zêde bûye û jinên tên binçavkirin di lêpirsîna tazî re tên derbaskirin. Eren, da zanîn îşkenceya di salên 90'an de nedihat kirin niha dikin. Eren, anî ziman ku li Serêkaniyê ya Rihayê şikefta îşkenceya taybet ava kirine û li vir îşkence dikin.
Navenda Giştî ya ÎHD'ê, bi boneya balê bikîne ser zext, zordarî û binpêkirina mafan a li Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî. Navenda Giştî ya ÎHD'ê li ÎHD'a Rihayê civîn pêk anî. Di civînê de parazvanên mafên mirovan Prz. Eren Keskin, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Atîlla Yazar, Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Leyla Çoşkun, Hevserokê HDP'a Rihayê Ayşe Surucu, Endamê Komîsyona Hiqûqê ya DBP'e Gulay Koca û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Berî civînê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Yazar, diyar kir ku Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter hêj winda ye.
'Îşkence tê parastin'
Parazvana mafên mirovn Prz. Eren Keskîn, da zanîn ku wan wekî navenda Giştî ya ÎHD'ê bi boneya îşkenceya li Rihayê lêkolîn bikin hatin Rihayê û li girtîgehan hevdîtin kirine. Eren, da zanîn ku demek berê her çend Serokomar Erdogan got êdî dawî li îşkenceyê anîne jî işkence zêde bûye. Eren, anî ziman ku îşkence bi dawî nebûye û dijberî vê yekê îşkence zêde bûye û destûrê didin îşkencevanan û wiha got: "Min li cîrokên pir balkêş guhdar kirin. Ez 20 salin di qada îşkenceyêde dixebitim. Hin rêbazên îşkenceya ku min bihîst, min di di salên 1990'an de pêk nehatibû. Yê ku vê îşkenceyê pêk tîne ne tenê leşker û polîs e. Yê ku vê îşkenceya taybet pêk tîne ji polîsan bigire heta dozger û dadger in. Yên ku min bi wan re hevdîtin kir piranî endam û rêveberên DBP'ê bûn. Dixwazin qada siyasetê astendar bikin.
Eren da zanîn ku wê bi girtiyê bi navê Mazlum Dagtekin re hevdîtin kiriye Mazlum diyar kiriye ku li Serêkaniyê Şikefta Îşkencê heye û alav û amûrên taybet û nûjen ên îşkencê li vir bi cih kirine. Mazlum, da zanîn ku agahiya tu kesî ji vê îşkenceyê tune ye. Mazlum Dagtekin anî ziman ku di bin kontrola dozger de li mirovan işkence dikin û wiha got: "Berê çavan girê didin. Piştre serê mirovan dixin çiwalan. Li ser cuwal dîsa çavê mirovan girê didin. Şût û tazî dikin. Serê min xistin satilekê û tecawiz kirin. Ez tazî kirim û cop xistin destava min. Pişte ez li ser kursiyekê dam rûniştandin û piyê min bi têla înşatê girêdan. Destê min bi koltuxê ve kelepçe kirin. Bi çop û hulmustan li zikê min xistin. Ez bi werîs berdam bîrekê. Dema îşkence li min kirin dozger jî li tenişta min bû. Hemû tiştên bê ehleqî li min kirin. Dema ez birim nexweşxaneyê bijîşk got 'We ew çawa aniye vi halî. Nikare li ser piyê xwe raweste."
Eren, da zanîn ku Mazlum Daktekîn dema rastî îşkencê tê dibihîze ku di nava xwe de dibêjin 'Tiştê ku me li Haci Lokman Birlik kiriye em li wî jî wisa bikin. Piştre wî derdixin derve, piyên wî girê didin û çekê dixin serê wî. Piştre çekê dixin destê Mazlum û ji Mazlum dixwazin ku ew bi xwe xwe bikuje. Mazlum, diyar dike ku wê demê xwestiye xwe bikuje û çeka ku tîmên taybet daye destê wî bêyî bifikire dixe serê xwe û tetîka çekê dikişîne. Mazlum, diyar kir ku dema tetîk kişandiye gule di çekê de tune û wê demê pir xwestiye ku bihata kuştin. Ger ku bi îşkencê mirovan bînin asta ku xwe bikuje ev îşkenceya herî mezin e. Mazlum hêj bi van hestan dijî. Teqez pêdiviya wî bi terapiyê heye.
'Min di salên 90'î de jî îşkenceyek wisa nebihîst'
Eren, da zanîn ku wê bi gelek jinan re hevdîtin kir û 4 jin rastî îşkenceya giran a zayendî hatine. Eren, anî ziman ku jinên hatin binçavkirin rastî lêpirsîna tazî hatin û hemû hatin tazîkirin û rastî lêpirsînê hatin û got: "Polîsan di îşkenceyê de destê xwe daye bedena wan. Îşkenceya ku ez li vir nikaribim bînim ziman pêk anîne. 20 salin ez parasvaniyê dikim. Heta niha îşkenceyek bi vê rêbazê min nebihîstiye û nedîtiye. Gelek jin ditirsin û şerm dikin bînin ziman. An jî zextên derûnî yên li ser wan destûr nade ku parve bikin. Lê hemû tiştê ku me bihîst û guhdar kir em dê tevan li rapora xwe binivîsin. Em dê vê rastiyê ji Neteweyên Yekbûrî re ragihînin. Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkenceya ku di salên 1990'an de nehatiye kirin pêk tîne. Diyar dikin ku ew yekîneyekî taybet in û ji bo wan bidin axaftin dê hemû rêbazan bikar bînin. Bi awayekî aşkere rastî taciz û tecawizê tên ev îşkenceya herî giran a mezin e. Jin rastî sûcê êrîşa zayendî hatine."
Eren, helwesta bijîşkan jî rexne kir û da zanîn ku doktor li şûna kesên hatine binçavkirin muayine bike serê xwe di cama erebê re dirêj dike û dibêje darb heye ya na. û Polîs jî bersiva "Darp tune" dide doktor. Eren, bilêv kir ku bi vî rengi rapora tenduristiyê îmze dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev îhlala herî berbiçav e. Ev pêkanin li dijî peymanên navneteweyî ne. Îşkence her ku diçe belav dibe. Li gorî gotinên Mazlum Dagtekin îşkence li pêş çavê dozger pêk tê. Dîsa me bi Încî Korkmaz re hevdîtin kir. Încî bi şika qiriza dil derbas kiribe radikin nexweşxaneyê. Bijîşk li halê wê dinere ji polîsan re dibêje wê bi vî halî nebin. Lê tenê derziyekê lê didin û wê dîsa dibin girtîgehê. Ev li dijî sonda doktoran e. TEM'a Rihayê aşkere sucê mirovahiyê dike.
Eren, destnîşan kir ku rapora wan amade kiriye dê di demek nêzîk de bi raya giştî re parve bikin. Eren xwest saziyên navneteweyî li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînn û Tirkiye ji ber van pêkanînê xwe bê darizandin.
(zt)