Li Minbicê du rojnameger birîndarbûn

16:47

JINHA

MINBIC - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) û nûçegihanê Ronahî Tv ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopandin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn.

Nûçegihanê ANHA'yê Kendal Cudî û nûçegihanê Ronahî Tv Mistefa Mehemed dema dixwestin çerxerêya Sebi Behrat a ku şervanên Minbicê ji çeteyan rizgar kiriye, bişopînin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn. Kendal û Mistefa destpêkê rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mistefa, veguhestin bajarê Qamişlo.

Dermankirina herdu nûçegihanan didome.

(zt)