Li Fransayê êrîşî pîrozbahiyê kirin: 80 kesan jiyana xwe jidest dan
08:49
JINHA
FRANSA - Li Fransayê, di dema pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê ya 14'ê Tîrmehê de qemyonekê da nava girseya gel. Dozgeriya Komarê ragihand, herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Fransayê, di dema pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê ya 14'ê Tîrmehê de qemyonekê da nava girseya gel. Dozgeriya Komarê ragihand, herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Walîtiya Alpes-Marîtîmesê bi daxuyaniyekê ragihand, di pîrozbahiya li herêma Promenade des Anglaîs ali bajarê Nîce de, ku bi deh hezaran kes lê amade bûn, qemyonekê daye nava girseya gel. Serokê Herêma Provence-Alpes-Cotes d’Azur Chrîstîan Estrosî jî ragihand, ku di vê êrîşa saet di 23:20 de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dozgerê Komarê yê bajarê Nîce bi rêya telefonê tevlî bernameyeke televîzyona I-TELE bû û diyar kir, herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li ser nasnameya êrîşkar ti daxuyanî nehat dayîn. Lê belê tê gotin, ev bûyer êrîşeke terorê ye. Piştî ku qemyonê da nava girseya gel, dengê çekan hat. Hat ragihandin, di dema vê gulereşandinê de êrîşkar hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye, Fransayê ji ber sedemên ewlekariyê duh mîsyonên xwe yên li Tirkiyeyê girtibû.
Li ser vê yekê, Wezîrê AKP'ê yê ji Yekîtiya Ewropayê Berprisyar Omer Çelîk daxuyaniya "Ewlekariya Parîsê bi qasî ya Enqereyê ye" û bi rengekî girtî gef li Fransayê xwaribû.
Berê jî Serokkomarê Tirk Erdogan bi gotinên bi heman rengî gef xwaribû û heman piştî van gefan li Brukselê di meha Adarê de êrîşên bombeyî hatibûn kirin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
(zt)