Jinên penaber ne welatîbûnê, dixwazin vegerin xaka xwe
09:07
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên Sûriyeyê balkişandin ser nîqaşên têkildarî dayîna welatîbûnê ya ji bo penaberan û gotin: “Em welatîbûnê naxwazin, em dixwazin vegerin ser xaka xwe.”
Di rojên dawî de nîqaşên têkildarî daxuyaniyên serokkomar Tayyîp Erdogan yên wekê dayîna welatîbûnê ya ji bo penaberên Sûriyeyê de, didomin. hinek jinên Sûriyeyê yên li Edeneyê dijîn gotin ‘ger wekhevî hebe’ ew erênî li welatîbûnê dinêrin, hinekan jî gotin ew dixwazin demildest vegerin ser xaka xwe. Alîme Med ya dayika 5 zarokan ku ji bajarê Halebê ya Sûriyeyê koçî Edenê kiriye got: “5 sal berê hevjînê min ji ber nexweşiyê mir. Ji bo du zarokên min bixwînin, min sê zarokên xwe di karên cuda de dan xebitandin. Kirê pir bûhane. Ger ev şer biguherin, ger em bi sîgorte bixebitin û şertên wekhev hebin, dayîna welatîbûnê wê baş be. Em jî dixwazin bibin xwedî mafên ku yên li Tirkiyeyê dijîne. Ger zarokên min li vir perwerdehiyê bibînin emê venegerin Sûriyeyê.”
'Em dixwazin Rojava azad be’
Vahîde Ahmet ya Rojavayî jî diyar kir ku welatîbûn bê dayîn jî wê ti tişt neguhere. Vahîdeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Em dixwazin Rojava azad be. Ger Rojava azad be em teqez rojekê li vir namînin. Hevjîn û zarokên min dixeibitin. Em wek hêza kar a erzan tên dîtin. Em li vir rojên dijwar dijîn. Ji wir jiyana me hêsan bû. Ez dixwazim jiyana xwe li wir berdewam bikim.”
'Dixwazim vegerim Rojava’
Jina bi navê Meren Kurtî jî got ji ber şerê Sûriyeyê neçar mane koç bikin û got ger welatîbûn mafên wekhev bîne, wê baş be û wiha got: “Lê beriya her tiştî em dixwazin vegerin Rojava. Lê ger ku şert û merc erênî bin, zehmetî ji holê rabin, em dikarin li Tirkiyeyê bimînin. Ez pêşeroja zarokên xwe difikirim. Dîsa şerê Sûriyeyê biqede ez dixwazim biçim. Lê ez bawer nakim wê şer bi dawî bû. Ez bawer nakim Tirkiye welatîbûnê bide me. Tenê tê axaftin. Lê ji bo me tiştek nayê kirin.”
(dc/hu)