Dayikên Wanê bang dikin: Hurşît Kulter li ku ye?

09:08

Dilan Babat/JINHA

WAN – Dayikên Wanê yên aqûbeta rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter pirsîn gotin: “Hurşît kurê me ye, emê pirsa Hurşît Kulter li ku ye?’ berdewam bikin. Heta em agahiyê negirin emê bibin yek û aqûbeta Hurşît bipirsin."

Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ku li dijî êrîşên li navenda Şirnexê destpêkirin, mala xwe terk ‘nekir û li mala xwe ma, di 27’ê Gulanê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin. Ji bo Hurşît ku ev 48 rojin aqûbeta wî ne diyrae, li ser çapemeniya civakî û gelek qadên din kampanya hatin detspêkirin. Jinên Wanê diyar kirin ku bi kampanyaya ku dane destpêkirin re wê pirsa ‘Hurşît Kulter li kuye’ heta ku Hurşît neyê dîtin wê bipirsin. Ji jinên ku aqûbeta Hurşît Kulter dipirsin Çîlgezî Gîl got: “Yê winda bûye ne tenê ewladê dayikekê ye, ewladê me hemûyane. Bila ji me re rewşa wî, tenduristiya wî bêjin. Em ti agahiyê nagirin. Hurşît kurê me ye. Dewletê çawa sax girt, bila sax bide me.”

'Evqas winda û komkujî bes e’

Çîlgezî diyar kir ku ji bo qirkirinên siyasî û windayên salên 90’î ji nûve neyên jiyîn ew bang li dayikan dike û got: “Em bi hev re bipirsin. Me berê nekarî bipirse. Em êdî dikarin bipirsin. Kuştinên kiryar nediyar xwe dîsa nîşan dan. Hurşît Kulter mînakeke. Ji bo qirkirinên siyasî neyên jiyîn em bipirsin ‘Hurşît Kulter li ku ye? evqas windabûn û komkujî besin.”

'Em dayika Hurşît Kulterin’

Beyaz Uca jî destnîşan kir ku ew dizanin ku Hurşît Kulter di destê dewletê de ye û got: “Dewlet dibêje Hurşît ne di destê me de ye.Em hemû dayika Hurşît Kulterin. Dewlet komkujiyan, qirkirinan pêk tîne û wekê ku nekirine xwe nîşan didin. Ti tiştekî nabêjin. Em dizanin di girtîgehê de ye, li ku ye. emê pirsa ‘Hurşît Kulter li ku ye’ berdewam bikin.

'Emê desturê nedin van windayan’

Yezda Işik jî da zanîn ku ev 48 rojin ji Hurşît Kulter agahî nayê girtin û wiha got: “Ciwanên me ya tên windakirin, ya jî tên înfazkirin. Di demên berê de mirovan dema fikra xwe digotin dihatin înfazkirin. Hurşît jî mînakek vê ye. Ev 48 roje dayikek kurê xwe dipirse heye. Dewlet neçare ji vê dayikê re tiştekî bêje. Dayika Berfo heta mir li hestiyê kurê xwe geriya. Emê desturê nedin winda bên jiyîn.”

(dc/hu)