Jinên Şemrexê: Em biriyara wan nasnakin, bê xwestin emê bimirin

11:05

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Şemrexê bertek nîşanî ji peyîwirê girtina hevşaredarên xwe Necla Yildirim û Ali Ozkan dan û gotin: "Li hemberî vê biriyara ser vîna me kirine bê xwestin emê bimirin. Emê hemu li ber derê şaredariyê runin."

Bi hinceta di serdegirtina qereqola leşkeriya Cewzatê de wesayîta şaredariyê revandine û xebitandine, ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve hevşaredarên navçeya Şemrexa Mêrdînê Necla Yildirim û Ali Ozkan ji peyîwirê hatin girtin. Piştî ji peyîwirê girtina hevşaredaran me mukrofun dirêjî jinên li nava Şemrexê dijîn kir. Ji jinan Fatma Sayan da zanîn ku ew ji xebatên şaredariyê razîne û wiha domand: "Çî ji destê me bê emê bikin. Şaredarî ya meye. Emê nehêlin. Emê heya dawiyê li piş dengê xwe bisekinin."

'Em ji Şaredariyê razîne'

Hamdiye Kapan jî destnîşan kir ku ew biriyarê na pejirînin û wiha berdewam kir: "Emê biçin şaredariyê. Çî ji destê me bê emê bikin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin. Em dixwazin cardin hevşaredarên me vegerin ser peyîwira xwe. Ew bi vîna me hatine ser kar, dê bi vîna me biçin, dê her demê jî wiha be. Em vîna tu kesên dinê na pejirînin. Tenê dikarin bi vîna gel têkevin peyîwirê. Em ji şaredariya xwe razîne. Ji xwe em ji wan razî nebuna, me ne dihilbijartin. Em ji hevşaredarên xwe hez dikin."

'Em biriyara wan nas nakin'

Hasîbe Ateş jî di derbarê ji peyîwirê girtina hevşaredaran de wiha axivî: "Hevşaredarên me gelek başin. Ez dixwazim ew cardin vegerin ser peyîwira xwe. Ji dema hevşaredara me Necla hatî heya niha Şemrex her diçe xweştir dibe. Ji peyîwirê girtina wan bêmafiyek mezine. Li hemberî vê biriyarê bê xwestin emê bimirin. Emê hemû li ber derê şaredariyê runin. Em naxwazin yekê ji dervebîne bike şaredarê me. Em vê biriyarê nas nakin."

'Emê têkoşînê mezin bikin'

Binevş Ertaş jî bilêv kir ku ew ji xizmetên şaredariyê memunin û wiha dom kir: "Em ji hevşaredarên xwe menunin. Heya niha xizmetek wiha li Şemrexê nehatiye kirin. Em ji bo ji peyîwirê girtina hevşaredarên xwe xemgînbûn. Em dixwazin cardin hevşaredarên me bên ser peyîwirê. Hevşaredarên me bi vîna me hatin ser peyîwirê, bi vîna me dikarin derkevin. Ji xwe em naxwazin biçin. Ji bo cardin vegerin ser peyîwira xwe çî ji destê me bê emê bikin. Em ji peyîwirê girtina wan na pejirînin, ji bo wê jî çî ji destê me bê emê bikin."

'Biriyar li gorî zagonan jî nayê pejirandin'

Zuleyha Erten jî destnîşan kir ku ji peyîwirê girtina hevşaredaran li gorî demokrasiyê jî neraste û wiha pêde çu: "Ev biriyar ne li gorî zagonane jî. Li gorî kijan zagonan ev biriyar xistin meriyetê nizanim. Ev biriyarek bê wateye. Ger sucek wan heye, bila ji bo me îspat bikin. Bi vê biriyarê vîna me tine hesab dikin. Tine hesibandina vîna me, tê wateya tine hesibandina demokrasiyê. Zagonên heyî naxin meriyetê. Gel û zagon tine tên hesibandin. Ev bêmafiye, nayê pejirandin."

'Vîna bi hezaran tine nayê hesibandin'

Roza Kapçak jî wiha axivî: "Demorasî gel bi xwe xwe rêvebirine. Necla Yildirim û Ali Ozkan di nava gel de bi vîna gel hatine hilbijartin. Ev biriyar şaşe, vîna bi hezaran mirovan tine nayê hesibandin. Ev ji bo me bêmafiyek mezine. Vîna bi hezaran mirovan mijara gotinê ye, lê yên rêveberiyê dikin, vê weke tine dihesibînin. Guya em di welatek demokrat de dijîn. Eve demokrasî? Hevşaredarên me bi biriyara gel hatine ser kar, em dixazin cardin vegerin ser peyîwira xwe. Em vîna kesê naxwazin, vîna xwe bi xwe dixwazin. Em vê biriyarê napejirînin."


(zt)