2. Konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê destpêkir

11:16

JINHA

QAMIŞLO - 2. Konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê di bin dirûşmeya 'Bê zihniyeta azad şoreş nabe' destpêkir.

2. Konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi hazirbûna mêvan û 200 delegeyan destpêkir. Her wiha hejmareke pir mêvan di Konferansê de amade ne. Ji Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyan jî mêvan hazir in. Axaftina vekirinê ji hêla Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebdullselam Ehmed ve hate kirin. Ebdulleselam pîrozbahiya Konferansê kir û ji hemû rewşenbîrên amade xwest ku erka xwe pêkbînin.

Paşê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê rewşenbîran de, ji hêla endama Komîteya RAJIN Nêrgiz Ismayîl ve hate xwendin. Peyamên ji bo pîrozbahiya Konferansê hatin şandin jî hatin xwendin.

Di berdewamiya Konferansê de endamê Meclisa TEV-Dem'ê Şahoz Hesen axivî. Şahoz di serî de 14'ê tîrmehê û berxwedêrên Girtîgeha Amedê bibîr anî û got: "Em ber bi 19'ê Tîrmehê ve diçin, ev şoreş li ser zanebûnê pêşketiye. Ev yek erka konferansê jî nîşan dide, em hîna jî bedelên mezin didin. Ev Şoreş şoreşa ronahiyê ye, ji bo tarîtî neyê hiştin û em di ronahiyê de bijîn, erka serek dikeve ser rewşenbîran." Şahoz Hesen pirsgirêk û xalên ku rewşenbîr kêm dimînin û erkên rewşebîriyê bi berfirehî anî ziman.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebullkerîm Saroxan diaxive.

Konferans berdewam e.

(kom/zt)