Rojên 'Di binê Stêrkan de kêfa sînemayê' dest pê dike

12:04

JINHA

AMED - Ji aliyê Gerînendehiya Çand û Karê Civakî ya Şaredariya Peyasê a Amedê weke her sal li park û gundan ji bo hemwelatî bi sînemayê re were cem hev rojên "Di binê stêrkan de kêfa sînemayê" dest pê dike.

Bi germa havînê re bi şev piraniya hemwelatiyan li parkan wextê xwe derbas dikin. Şaredariya peyasê jî ji bo hemwelatî wextê xwe baş derbas bikin îsal jî weke her salê 11'emîn rojên "di binê stêrkan de kêfa sînemayê" dide despêkirin. Di hundirê hefteyê de 5 roj ji rojên sînemayê tê veqetandin. Roja duşemê li gundan, çar rojan jî dê li parkan, bi vî awayî 8 hefteyan wê bidome. Piraniyan fîlmên ku bên nişandan bi naveroka xwe fîlmên civakî ne û ji bo zarokan jî xêzefîlm hene. Navê fîlmên ku îsal wê bê nişandan weha ne; "Welatê me Kurdistan e", "Bîranîna Hespên Reş", "Berx li Hemberî Guran e ", "Before snowfall", "Meymûnên Leheng ", "Dengbêj", "Dijmin ", "Berxan Firar kirin e " û fîlmê Îlham Samî Çomak wê bê nişandan.

Li gundan sînema

Li gundên weke Hestiya, Aşikan, Kuyusirti û Gozalanê ku her duşemê dê li gundekî wê fîlm bê nîşandan. Li parkên navçeya peyasê ên weke parka Rojava Azad roja duşemê, parka H. Brahîm Oruç roja şêşemê, parka Ceylan Onkol roja çarşemê û park Orman roja pêrşemê jî di seat 20:00 de dê fîlm bê nîşandan.
(zt)