'Li Sûr, Cizîrê hevalên Alî berxwe didin’

12:08

Handan Tufan / JINHA

RIHA – Alî Çîçek dema di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezina Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest da 16 salî bû. Bi baweriya xwe ya şoreşger li dijî îşkencekaran seknek bi heybet nîşan da û Rêberê PKK’Kê Ocalan Alî wek mînak nîşan da û hevalên wî yên girtîgehê navê ‘Stêrka Sor’ hêja dîtin. Xwişka Alî, Ayşe Çîçekê got: “ Alî bi pêşeroja berxwedanê bawer bû. Ji me re digot; ger ez nebinînim jî wê şoeş bê, em nekin jî wê yên piştî me şoreşê bînin. Niha ciwanên wek Alî yên 15 salî li Sûr, Cizîr û Nisêbînê berxwe didin.”

Li girtîgeha Amedê ku hovîtiya herî mezin ya dîrokê lê hat jiyîn, Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî îşkence û bêrumetiyê ketin rojiya mirinê û bi hev re jiyana xwe ji dest da. Kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku ev rojiya mirinê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dan destpêkirin, di hişan de cihê xwe girtin.

Alî di 1961’ê de li gundê Kabahaydar a Hewega Rihayê hat dinê. PKK’ê di temenê biçûk de nas dike û beşdar dibe. Ligel temenê xwe yê biçûk, kesekî pir cidî û bi biryar bû. Şoreşa Alî ne hewes bû, baweriyek bû. Ew li jiyana xwediyên vê dozê dinêre, di vir de cidiyet, rêzdarî û berpirsyariyê dibîne. Di bin bandora vê de dimîne û hewl dide fêr bike ka peywira wî ya li dijî gelê wî çiye, çi ji destê wî tê. Bi sekn, jiyan û têkiliya xwe baweriyê dide heval û derdora xwe. Destpêkê li Rihayê peywirê digire. Yekem peywira wî ev bû ku Kemal Pîr ji girtîgeha Rihayê derbixe. Vê peywira xwe bi serkeftî pêk tîne. Di navbera salên 1979-80’ê de beşdarî têkoşîna çekdarî ya Heweg-Sêwregê dibe.

Îradeyek ji çelîk…

Alî di 16 saliya xwe de tê girtin û du mehan di hundir de dimîne û di lêpirsîna bi îşkencede çeka ku li ser bû jî tê de hemû tişt red kir.Piştî tê girtin dişînin girtîgeha Amedê. Alî li wir xistin koxuşa 35’an a ku pêşengên kadro tê de bû. bi hevalên xwe re rastî îşkenceyên hov tê. Lê ligel temenê xwe yê biçûk, bi berxwedana ku nîşan da, ji aliyê hevalên wî ve wek ‘Stêrka Sor’ hat bi navkirin. Alî ku Kemal Pir ji girtîgeha Rihayê revand, salek şûnde dîsa li girtîgeha Amedê hatin cem hev. Sohbetên wan her tim li ser wê fîrarê bû.

‘PKK’ê ne teslimiyet, berxwedan nîşanê me da’

Hayrî Durmuş di 14’ê Tîrmehê de çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin li dadgehê îlan kir. Piştî wî yekem destê rabû yê Stêrka Sor Alî bû. Wî jî biryara beşdarbûna rojiya mirinê di nav saniyeyan de li salona danişînê da. Dema pêşengên wî rojî dan destpêkirin, êdî ne mumkun bû kes wî bigire.Ji bo mafê gotinê ji serokê dadgehê Emrullah Kaya bigire israr kir û di dawiyê de bi ser ket. Alî ku mafê gotinê girt, çalakiyên ku berê li dozgeriyê û polîs red kiribû, yek yek jimart û got ew çalakî aydî wî ne û got kesên ji van çalakiyan tên darizandin bê sûcin û got ew naxwaze kesên din ji çalakiyên ku wî pêk anîne, cezayê bigire û îlan kir ku wî dest bi rojiya mirinê kiriye. Gotina wî ya dawiyê ya li dadgehê ev bû: “PKK ne teslîmiyet, berxwedan nîşanê me da. Emê berxwe bidin.”

Jiyanek bi rumet…

Piştî rojiya mirinê Kemal Pîr di roja 53’emîn de li nexweşxaya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Mehmet Hayrî Durmuş di roja 61’ê de yanî 13’ê îlonê de, Akîf Yilmaz di 15’ê îlonê de û Alî Çîçek jî di 17’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî 28 sal şûnde li ser wesiyeta wî di 2010’an de ji Osmaniyeyê anîn û li Amedê defin kirin. Alî ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve her tim mînak hat nîşan dan. Ji Alî Çîçek jî ji bo malbata wî jiyanek bi rumet, wêneyek, gomlek û kazaxek ma.

‘Zarokekî bi kêf bû’
Xwişka wî Ayşe Çîçek diyar kir ku Alî di biçûkatiya xwe zarokekî bi kêf bû lehengekî rastîn bû û got: “Ger ew û hevalên wî tinebûna wê îro Kurd tinebûna. Çalakiya wan Kurd rakirin ser piyan. Ocalan got hîmê vê têkoşînê Alî û hevalên wî bûn. Divê ev çalakî neyê jibîrkirin.”

'Wê demê 15 salî bû’

Ayşeyê da zanîn ku di navbera wî û Alî de 5 sal hebûye û got: “Em pir girêdayê hev bûn. Ez biçûma ku derê ligel min bû. Wek zarokê min bû. Ez zû zewicîm. Dema ez zewicim Alî dest bi dibistanê kir. Li pey min pir giriya. Her tim dihat li cem min dima. Piştî min koçî Antalyayê kir. Alî êdî bibû ciwan. Zarokekî pir xweşik bû. Li Rihayê hat binçavkirin. Birin Edenê. Li wir Kemal Pîr nas kir. Êdî ne Kemal û ne jî partî berda. Pir ji partiyê hez dikir. Hemû dema xwe dabû partiyê. Rojekê hat ku min bibîne. Min taştê amade kir. Penîr hebû. Lê nexwar. Got hevalên min birçîne. Ewqas girêdayê hevalê xwe bû. bi şoreşê bawer dikir. Ji me re digot;Ez nebînim jî wê şoreş bê. Em nekin jî yên pey me bikin. Wê şoreş pêk bê. Wê demê 15 salî bû. têkiliya wî ya bi hevalên wî re gelek baş bû. Ji her kesî re dibû alîkar.”

'Demekê her tim êrîşê gora wî kirin’

Ayşeyê rojên girtîgehê vegot û wiha berdewam kir: “Li girtîgehê ji bilî ‘ti çawaye başî’ tiştek nedihat axaftin. Destur tinebû. Leşkerek li pişt min yek li pişt wî bû. Ez du caran çûm. Mehek beriya gireva birçîbûnê min ew dît. Leşker ket piyê wî anîn hevdîtinê. Piştre ketin grevê. Dayika min dixwest kurê xwe bibîne. Lê girtîgehê destur neda. Dayika min sê mehan çû hat. Piştre qerekola Edenê agahiya mirina wî da me. Me defin kir. Demekê her tim êrîşê gora wî kirin. Me jî bi înat çêkir.”

'Hevalên Alî berxwe didin’

Ayşeyê diyar kir ku hevalên Alî berxwe didin û wiha got: “Li Sûr, Cizîr, Nisêbînê ciwanên wek Alî yên 15 salî qetilkirin. Dema min li wan mêze kir Alî hat bîra min. Dema li nûçeyan dinêrim dilê min diêşe. Ji ber ku hat serê me. Alî çawa êş kişand, wan ciwanan jî wisa kişand. Ez wan rojan çûm şînekê. Li Cizîrê di bodromê de qetil kiribûn. Malbatê got cenaze şewitîbû. Ev çi êşek mezine. Dîsa me yê xwe girt. Yê me hestî mabû. Şanek li ruyê wî hebû. Me ji wê nas kir. Min xwest ez cenaza birayê xwe bibînim. Ruyê wî nîşanê min dan. Li milê xwe hinek tişt nivîsîbûn. Ew nîşan nedan. Tenê hestî mabû.”

(gc\hu)