Girkê Legê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn

13:18

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Gelê bajar û gundên derdor ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê merasîmek çêkirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê 14'ê Tîrmehê bi mersîman bi bîr tînin. Merasîm li navenda Aram Tîgran a TEV-ÇAND pêk hat. Ji nûnerên sazî û rêxistinên civakî jî beşdarî kirine. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, paşê sînevîzyona li ser jiyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin. Piştî sînevizyonê ser navê Koordînasyona TEV-DEM'ê Bijar Dêrik axivî û got: "Hêza me ji ruhê berxwedaniya van hevalan tê. Van şehîdan di dîroka PKK û Kurdistanê de ciheke taybet girtine. Di wan rojan de wan li dijî wehşeta girtîgehê berxwedaneke dîrokî meşandin. Heman ruh di vê îro li Rojava di xwedîderketin û parastina şoreşê de jî were nîşandayîn."

Civîn bi dûruşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Şehîd Namirin' dawî bû.

(rd/en/zt)