Ji bo serjimariya Rojava ji gel re civîn hate çêkirin

13:29

JINHA

GIRKÊ LEGÊ – Li Rojava nîqaşên serjimêrikirinê tên kirin. Navenda Rojava ya Lêkolîna Stratejîk ji bo xebatên serjimariyê li bajar civînek lidarxist.

Navenda Rojava ya Lêkolîna Stratejîk (NRLS) ê li navenda Aram Tîgran a TEV-ÇAND dê xebatên serjimariyê bide destpêkirin. Tê payîn li Rojava û Bakûrê Sûriyê di demên pêş de hilbijartin ji bo Meclîsa Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê li dar bixîn. Bi vê sedemê jî dê serjimarî were kirin. Ji bo wê jî li bajar civînek hate çêkirin.

Civîn bi tevlîbûna hevserokên komînan, endamên meclisan û rêveberên saziyan ên kurd û ereban pêk tên ji bo serjimartiyê hate çêkirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û ji hêla endamê meclîsa TEV-DEM Îsmaîl Dêrik birêve çû. Di civînê de hate gotin ku wê komîn, endamên şaredariyan an jî mamoste bi hev re di mehekê de serjimariyê bikin.

Her wiha di civînê de şêweya serjimartinê jî hate diyarkirin. Li gor vê yekê dê ji bilî kesên koçber ku ji derveyî hermê ne, bi giştî herkes were hejmartin.

Îsamîl Dêrk bal gişand ser giringiya naskirina hejmara gelê Rojava û Bakûrê Sûriyê û wiha got: "Avakirina mecliseke ji hemû netewan wê civakeke demokratîk bi xwe re bîne. Naskirina hejmara jinan jî ji bo zêdekirina projeyên jin jî giring e"

Civîn bi nîqaşên li ser serjimariya şêniyên herêmê, her wiha yên koçber û kesên ku ji Rojava derketine dewma kir û hate xwestin ku ji bo serjimariyeke rast were kirin, herkes bi baldarî tevbigere.

(rd/hs/zt)