Li Dersîmê Serdangeha Dayik Fatma hat asteng kirin

11:22

JINHA

DERSÎM- Di 16. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê welatiyên ku xwestin biçin Serdangeha Dayika Fatma (Ana Fatma Ziyareti) hatin asteng kirin.

16. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê di roja xwe ya 3. de berdewam dike. Di baweriya Elewiyan de serdana Goristina Dayika Fatma (Ana Fatma) û vêxistina çirayê pîroze. Welatiyên ku xwestin di çerçoveyê çalakiya festîvalê de biçin ser Serdangeha Dayika Fatma hatin asteng kirin. Li gel ku ji bo festîvalê hemû destûrên fermî hatine sitandin, dîsa jî Serdangeha Dayik Fatma bi hînceta ‘Cih ne bi ewle ye’ hat astengkirin.
Polîsan hemû rê bi TOMA û wesaîtên zirxî girtin. Welatiyên ku hatin asteng kirin cardin ketin ser riyê Mûnzurê.

(bc-mm/dt/rc)