Mevlude ser milê jinan ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

15:33

JINHA

WAN – Endama YPS-JIN’ê Mevlude Bozkurt li ser milê jinan ber bi bêdawiyê ve hat şandin. Xwişka Mevlude Emine Bozkurt di merasîma cenaze de diyar kir ku li Cizîrê jin û ciwanên kurd destanek mezin nivîsîn û dê li têkoşîna wan xwedî derkevin.

Endama YPS-JIN’ê Mevlude Bozkurt (Raperîn Kajîn) a ku li Cizîrê di berxwedana rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe ji dest dayî beriya 6 mehan li Silopiya di Gotristana Bêkesan de hatibû definkirin. Piştî testên DNA yê cenzê Mevlude ji Goristana Bêkesan a Silopiyê derxistin û ber bi memleketê wê Wanê ve rêkirin. Cenazê Mevlude ji Morga Akopruyê ser milê jinan hat girtin û bi konvoyek ji sedan wesayitan heya ber Meclisa Gel a Yeni Mahaleyê anîn. Paşê cenaze li ser milê jinan bi pankarta ku wêneyê Mevlude serbû li gel diruşmên “Şehid namirin”, “Ey şehid xwina te li erdê namîne” û “Bê Serok jiyan nabe” ber bi goristanê ve birin. Li wê bi gelek wesayitên zirxî û TOMA yan polisan dora gel girtin. Jinan bi tilîliyan bersiva sepandinên polisan dan.

‘Agirê ku Arîn pêxistî li Bakurê Kurdistanê geş dibe'
Di merasîma cenaze de hevseroka MEYA-DER a Wanê, Hevseroka HDP’a Wanê Gulistan Orhan, parlementerên HDP’ê yên Wanê Bedia Ozgokçe û Lezgîn Botan, Cîgira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, endamên KJA yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di navê de gelek welatî amadebun. Piştî wacibeyên olî û karê definkirinê li ser mezar ji bo kesên di têkoşîna azdiyê de jiyana xwe jidest dane deqeyek rêz hat girtin. Paşê jî Hevseroka MEYA-DER’ê Neriman Urar axivî û got: “Agirê ku Arîn Mîrkan li Kobanê pêxistî Raperîn û hevalên xwe li Bakurdê Kurdistanê geş dikin.”

Neriman da zanîn ku cenazê Mevlude bêyî malbata wê bi mehan definkirine, ev nakeve ti dînan û wiha domand: “Hişmendiya komkujiyan dike cenazên me nadin me. Heya ku jinên kurd ên qehreman û ciwanên bicesaret hebin dê ev têkoşîn berdewam bike.”

'Raperîn alaya xwe teslîmî me jinên kurd kir'

Cigira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar jî wiha axivî: “Raperîn alaya xwe teslîmî me jinên kurd kir. Raperîn jinek a ku di rêya Zîlan û Ekin Wan de ber bi pêş diçobû. Em soza xwediderketina li têkoşîn û mîrasa wê ya ji bo me hêlayî didin.”

'Em bi ked û bedelên şehîdên xwe hatine van rojan'
Parlementera HDP’ê Bedia Ozgokçe jî destnîşan kir ku jin û ciwanên kurdan bi têkoşîna xwe di nava tariyê de rê vekirine û wiha dom kir: “Em bi ked û bedelên şehîdên xwe hatine van rojan. Jinên kurd jiyana nû pêşkêşî hemû cîhanê dike. Me li Rojava, her deverên Kurdistan û cîhanê dît ku tenê gelê dikare pêre bê jiyan kirin kurdin.”
'Li Cizîrê destanek hat nivîsin'

Di dawiyê de xwişka Mevlude Emine Bozkurt jî bilêv kir ku jin û ciwanên kurd li Cizîrê destanek mezin nivîsîn û wiha got: “Ji bo ku em bibin layêqê şehîdên xwe çî ji destê min û malbata min bê emê bikin.”

Piştê axaftinan girse derbazî konê şînêbû.

(zt)