Pêşengeha Weqfa Jina Azad

16:05

JINHA

QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad piştî dawîkirina qûrsa derûnxaneyê, ji berhemên ku jinan amede kirine pêşengehek vekir û li 12 jinên di qûrsê de serkeftîbûne bawername hat belav kirin.

Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê di heyva Gulanê de di binesaziya Weqfa Jina Azad de qûrsa dirûnê hatibû vekirin. Qûrsa ku îro bi serkeftî bi dawî bû de, pêşengehek ji berhemên jinan hat vekirin û li 12'e jinan bawername hat belav kirin. Pêşengeha ku rastî elaqeyeke mezin a jinan jî hat, nûnerên rêxistin û saziyên jinan jî tê de amade bûn. Di serî de ji bo kesên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Paşê rêvebira Weqfa Jina Azad Axîn Amed li ser rola û pêşketina jinan di aliyê aborî de axivî. Axînê da zanîn ku bi piştevaniya jinan yê bi hêz wan projeyê vekirina qûrsê dane pêşiyê xwe û got, "Di pêşerojê de em ê projeyên nû amede bikin û bingeha xebatê jinan pêşbixin."

Seroka Destiya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Omer jî anî ziman ku armanca wan di civakê de pêşxistina jinane û wiha domand, "Em dixwazin jin bibin xwedî pîşe û di warê aborî de çalak bin. Ev jin dê bi bawernameyên xwe derfetên kar bi dest bixin."

Mamosteya qûrsa dirûnê Sebah Ebd Elbarî ku ji Şamê ye serkeftina jinan di qûrsê de pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest. Piştî axaftinan bawername li 12 jinên ku tevlî qûrsê bûne hat belav kirin.

Di pêşengehê de cûr be cûr berhemên jinan yên ku bi keda destên xwe çêkirine hat pêşandan.

(cg/en/rc)