TUHAD-DER: Divê li girtîgehan lêkolînên bingehîn bên kirin
12:53
JINHA 
AMED – TUHAD-DER’a Amedê ji bo balê bikişîne  ser tecrîta li hember  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li hemberî girtiyên siyasî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê lêkolînên bingehîn bên kirin.
Komeleya Piştgirî û Huquqa Demokratîk a Malbatên Girtiyan a Amedê ( DİYAR TUHAD-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîta li hember  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên siyasî tên meşandin daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna gelek malbatên girtiyan li Komeleyê hat li darxistin. Hevseroka TUHAD-DER’ê Salîha Bakir destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tirmehê, li ser gitiyên siyasî zext her roj zêde dibin û li girtiyan îşkencê tên kirin.
‘Bila şandeyek biçe Îmraliyê’
 Salîhayê bal kişand ser tecrîta li hemberî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û  wiha axivî: “Ji  2015’an ve malbat û parezerên Ocalan bi tu awayî agahî jê nastinin. Bi hewldana darbeyê re têkîliya bi Ocalan re bi temamî qut bû. Îdia ya suîqastê tên bilêv kirin. Lewra ji bo agahiyek sererast  bê standin divê Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê demîldest biçe Grevê û rewşa Rêberê Gelê Kurd bi raya giştî re parvekin.”
Salîhayê da zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa L’ê ya Dîlokê îşkence li girtiyên siyasî tên  kirin û  xwest ku Wezareta Edaletê  li girtîgehan lêkolîn bide destpêbikirin. Salîhayê di dawiyê de got ku, ew ê wek komeleya TUHAD-DER’ê heya dawiyê ji bo parastina girtiyan têbikoşin.
(şa-ho/rc) 
