KESK: Bi OHAL’ê re 452 endamên sendîkayê ji kar hatin dûr xistin
14:00
JINHA
AMED – Şaxa KESK’ê ya Amedê  girtin û binçakirinan  bi OHAL’ê re şermezar kir û daxuyand ku  bi OHAL’ê re 452 endamên sendîkayê ji kar hatin dûr xistin  û 10 endamên wan  hatine girtin.
Şaxa KESK’ê  ya Amedê  ji bo  girtîn û binçavkirinên ku bi Rewşa Awarte re hat destpêkirin, şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li  avahiya KESK’ê pêk hat.  Berdevkê  KESK'ê  Salahalattîn  Alp diyar kir ku, bi  hewldana derbayê re  Tirkiyê ket nav  aloziyek û ji bo xwe ji aloziyê rizgar bike OHAL 'ê   îlan kirin. Sebahattin destnîşan kir ku dewlet li ser navê cemaate operasyon da destpêkirin lê ji bilî KHK'ê û cemaatê  bi sedan Rojnama û di ser girtina malan de jî b sedan kes hate girtin.
Sabahattin aşkera kir ku,  heya  niha li tevahiya Kurdistan û Tirkiye yê 452 endamên sendîkayê ji kar hatine dûr  xistin û 10 kes jî  hatin girtin. Salahattin da zanin ku  tenê li Amedê  36 endam ji kar dur  in û her wiha daxwaz kir ku, dewleta tirk demîldest  hevalên wan berde û yên ji kar hatine derxistin jî cardin divê dest bi karên xwe bikin. 
'Bila karê xwe li gorî hiqûqê pêk bînin'
Selahattin  helwesta dewletê  jî bi bîr xist  wiha pêde çû: "Wek tê zanin di  2009-2013'an de em bi hinceta 'Endamên rêxistinê’ hatin girtin. Em dibêjin endamên me yên ku ji kar hatine derxistin bila di demek nêz de vegerin li ser karê xwe û yên girtî serbest bên berdan."
'Derbeya leşkerî li ser sîvîlan pêk tînin'
Selahattin li ser pergala taşeroniyê rawestiya û ev tişt got: “Taşerontî li hemberî  rêxistina karker  û kedkaran  astengên mezin çê dike.  Lê bila baş bê zanin ku em  heya  dawiyê  ligel  endamên  xwe ne.  Li hemberî  êrisên wan em ê bi têkoşina rêxistinî vala derbixin."
 (hk-ra/ho/rc) 
