Gundên Sasonê topbaran dikin
13:30
							Tebax
							25
							/ 2016
						
						
						
						
						
						
					JINHA
ÊLIH - Piştî li 6 gundên Sasonê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, hawirdora gundê Heybeliyê bi balafirên şerî tê bombebarankirin. 
Piştî ji aliyê Walîtiya Êlihê ve li 6 gundên navçeya Sasonê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, li herêmê liv û tevgera balafirên şerî dest pê kir. Li gundê Heybeliyê, qadên nêzî gund û qadên ku rez û baxçeyên gundiyan lê ne ji aliyê balafirên şerî ve tên bombebarankirin. 
Hat ragihandin ku bombebaran didome. 
(zt)

