Bertekên gel yên li dijî kayyuman: Emê pereyê bacê nedin

09:04

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Bertekên gel yên li dijî tayînkirina kayyuman a şaredariyên DBP'ê her diçin zêde dibin. Jinên Amedê diyar kirin ku ger hikûmet îradeya wan nas neke wê ew jî kayyumên bê nas neke û got wê nehêlin ew kar bikin.

Bertekên li dijî kayyumên wê dest bidin ser şaredariyên DBP'ê didomin. Amediyan gotin kesên bi kayyuman bê wê îradeya jinan tine bike û gotin wê bi vê re yek bacekê nedin. Jinan gotin wê bi vî awayî bersiv bidin.

'Bila jin li dijî vê bisekinin'

Ayşe Can ya li Baglara Amedê rudine diyar kir ku divê ez zext û zordariya li ser gelê Kurd neyê qebûlkirin ûgot: "Divê yek Kurdek van qebûl neke. Niha ti kes nizane kayyum çiye. Bi taybet jî jinan jibîrkirine ku ji bo di vê siyasetê de cih bigirin çi hewl dan dane. Divê jin xwedî li xebatkar û şaredaran derkevin. Ger ku gel bêdeng bimîne wê ev rewş ji vir şûnde li her aliyê me bên jiyîn."

'Kurdan şaredariyên xwe bi îradeyên xwe hilbijart'

Dayika aştiyê Nezahat Tekeyê got kesên li şaredariyê bi îradeya gel hatine hilbijartin û got: "Ev 20 sale li vê herêmê şaredarî di destê HDP û DBP'ê de ne. Ti kesî ji serê xwe negotiye bila kes bibe şaredar. Pergala hevserokatiyê ket jiyanê. Ev tiştekî baş bû. niha dewlet dibêje ezê kayyuman tayîn bikim. Ev li dijî îradeyê heqerete."

Nezahatê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di rewşa kayyum bên tayîn kirin de wê bi şaredariyê kar nedin kirin û got wê kolanan biguherin sergo û yek fatureyekê nede.

'Em ê li pişt şaredariyên xwe bin'

Muruvvet Demîr jî axivî û destnîşan kir ku tevî ku hikûmetê her tişt li gelê Kurd kiriye ji zilmê têr nebûye û got: "Li dijî kayyuman divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Dema me 80 parlamenter derxist dîsa em qebûl nekirin. Em çi bikin jî me qebûl nakin. Niha dixwazin kayyuman tayînê şaredariyan bikin. Gel ev şaredaran hilbijartine. Emê li pişt şaredar û şaredariyê xwebin."

(mm/hu)