'Çavkaniya terorîzmê dewleta Tirkiye yê'

09:02

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ- Hevseroka Desteya Ol û Bawerî ya Kantona Cizîrê Ezîze Xenafer êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiye yê bi ser herêmên bakûrê Sûriyeyê û Rojava nirxand û wiha got: "Tirkiye yê çavkaniya terorîzmê ye, piştevaniya çeteyên DAIŞ'ê dike. AKP'ê tu elaqeya wê bi Îslamiyetê re tune ye."

Hevseroka Desteya Ol û Bawerî Ezîze Xenafer derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li bakûrê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman. Ezîzeyê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bûye biryargeha perwerdekirina çeteyên DAIŞ'ê û got ku, bi desteka Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê û Rojava komkujî pêk anî.

'Tu eleqeyê siyaseta hovane bi îslamê re tuneye'

Ezîzeyê êrîşên li ser herêmên Rojava jî bi bîr xist û ev tişt got: "Qaşo dewleteke îslamî ava dikin, lê di encamê de siyaseta qirkirin, komkujî û tirsê di nava civakê de pêş dixin. Di esas de DAIŞ û hevkarên wî AKP'ê dûrê Îslamê ne. Nêrîna ku çeteyên DAIŞ û AKP'ê li ser siyasetê dikin, tu elaqeya wê bi Îslamê re tune ye, tenê dixwazin di herêmê de desthilatî û berjewendiyên xwe pêk bînin."

Di bin navê Îslamiyê de komkujî pêk tînin

Ezîzeyê anî ziman ku di ola îslamê de polîtîkayên qirkirin tuneye lê bi hevkariya Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê ev yek pêk tê û wiha domand: "Olê Îslamê oleke exlaq, pêkanîna dad û wekheviya di navbera gelan de ye. Olê Îslamê kuştinê helal nabîne. Lê AKP û DAIŞ bi navê Îslamê diçin komkujî pêk tînin. Ola me ola aştî û efûkirinê ye. Nakokiyan çareser dike. Oleke cîhanî ye ku nêrîna xwe ji tevahiya cîhanê re belav dike. Ev nêrîn zilmê ji holê radike û bangê jiyana hevbeş dike."

'Divê gelên ji her ol û baweriyê têbikoşe'

Ezîzeyê bi bîr xist ku çete jin û zarokan hedef digre û qetil dike û wiha pêde çû: "Ev jî bi navê ol tê kirin. Lê ola Îslam tucar vê qebûl nake. Hin ayetan ji xwe re bikar tînin. Ev terorîzm e. Tirkiyê jî ji vê re piştevaniyê dike. Li cihên ku AKP û DAIŞ dagir dikin, li şûna ola Îslamê, xirabî, qetlîam û teror pêş dikeve. Li beramberî van hovîtiyan divê hemû gel, ji her ol û baweriyê têkoşîn bike û wiha dawî li munafiq û xirabiyên ku dijminê olanan were anîn."

(en/rc)