Hêzên dewletê Mala Lîstikan a zarokan wekî qereqolê bikar tîne
09:03
Zeynep Durgut/JINHA
AMED- Li Taxa Kaynartepe hêzên dewletê Mala Lîstika ya Zarokan a Solînê wekî qereqolê bikar tinîn. Jinên taxê bertekên xwe nîşan dan û gotin ku, divê dewlet dev ji pêk anîn xwe berde û zarokên wan li Solînê di nava aramiyê de perwerdehiya xwe bibînin.
Pişti ku li Kurdistanê gel xwerêveberin îlan kir dewleta tirk li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê qedexe îlan kir û pêre êrîş pêk anî. Dewleta tirk ligel êrîş, binpêkirina mafê jiyanê gelek dibistan, nexweşxane wek qareqol leşkerî bikar anî. Li navçeya Rezanê ya Amedê di 22'ê adarê de hêzên dewletê qedexe îlan kir û 7 roj qedexe berdewam kir. Di dema qedexeyê de Mala zarokan ji aliyê hêzên dewletê ve wekî bargeha leşkerî hat bikar anîn. Piştî qedexe rabû jî hêza dewletê Mala Zarokan a Solînê her şev bi kar tînin. Jinên taxê li hember pêk anîna hêzên dewletê bertekên xwe dan der û diyar kirin ku, ew vê pêk anîna dewletê napejrînin.
'Mala lîstikan a zarokan li ser navê îstîmlaqê kirine qereqol'
Koordînatora Mala Lîstikan ya Zarokan a Solînê Aynur Ozbay diyar kir ku wan ji bo perwerdekirina zarokan kedek mezin dane û wiha got: "6 sale ez li mala zarokan dixebitim. Armanca me zarokan li ser bingehên rast perwerde kirinbû. Zarokan demên xweş li Solînê derbas dikirin. Ji bo ku em zarokan ji hewra şer dûrbixin me li vir xebatên girîng pêk tanî. Ev yek sûdek erênî dida me û em kêfxweş dibûn."
Aynûrê da zanîn ku, berî Neworzê qedexe hatiye ser navçeya Rezanê û wiha pêde çû: "Qedexe 7 rojan berdewam kir. 21 Adarê qedexe hat rakirin. Di dema qedexeyê de Solîn wekî qereqolê hat bikar anîn. Di bin navê îstîmlaqê de dest danîbûn ser Solînê. Niha jî hêzên dewletê bi şev tên vê derê bikar tinîn. Ji bo zarok nebînin em sibê zû tên Solînê û paqijî dikin. Her deran belav dikin heya niha çend derên polên me jê hatine şikandin. Ev der cihê zarokane tu qedexeya vê nîne ev tişt nayê qebûl kirin. Me çend caran ji walî re daxwazname şandin, gotin 'biryar hatî girtin nayê guhertin'. Niha Solîn ji aliyê dewletê ve hatî desteserkirin. Em vê yekê napejrînin, divê ev biryar bi lez bê seknandin."
'Em naxwazin cihê zarokên me lê dimînin bibe qereqol'
Jina bi navê Pervîn Alagûndûz ji bi lêv kir ku, ew dixwazin zarokên wan di nava aramiyê de bijîn û wiha axivî: "Em naxwazin hêzên dewletê cihê perwerdehiya zarokên me wekî qereqolê bikar bîne. Dewlet dixwaze her der veguherine qereqolê. Em li hemberî vê yekê ne, em dixwazin zarokên me di nav civakek aram de bijin. Mala Solînê cihê perwerdehiya zarokên me ye. Em dixwazîn zarokên me bi aramî bên li vir lîstikan bilîzin. Em mamosteyan nas dikîn mamsoste perwerdehiyek pir baş didin zarokên me. Em naxwazin cihê zarokên me lêne bibe qereqol em ji vê yekê gilî ne."
'Derûniya zarokên me xirab dibe'
Jina bi navê Nefîse Hazar jî bal kişand li her der polîs digerin û ev yek bandorek ser zarokan dike û wiha pêde çû: "Li hewirdora me polîs tejî bûne û zarok hene. Mirov bixwaze nexwaze bandorek ser derûniya zarokan dike. Em êdî zarokên xwe nikarin bişînin tu deran, di her aliyan de tisa me çêbûye. Li Solînê jî perwerdehiyek berfireh dihat dayîn. Ew perwerdehiya ku dibistanan nebînin li vir dibînin ev jî bawerî û hêz dide me. Em naxwazîn mala zarokên me bikin qereqol. Dexwaza me ew e ku zarokên me di nava ewlehiyê de li Solînê perwerde bibînine."
(md/rc)