Li Saîmeya birîndar li girtîgehê îşkence tê kirin!

09:04

JINHA

WAN- Saîme Avşîn ya bi birîndarî hatibû girtin û dîmenên îşkenceyê ku li ser keviran dihat kaşkirin hat weşandin, biribûn girtîgeha Tîpa M ya Wanê û hat hînbûn ku li girtîgehê jî îşkece lê hatiye kirin.

Gerîlaya jin Saîme Avşîn bi birîndarî hatibû girtin û bi birîndarî îşkence lê hatibû kirin, li ser keviran hatibû kaçkirin û ev dîmen jî li ser çapemeniya civakî dmeke dirêj mabû. Li ser tespîtên malbat û parêzer, hatibû piştrastkirin ku Saîme Avşîne. Saîme di 28'ê Tebaxê de li Rubaroka Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnekê de bi birîndarî hatibû girtin û piştre li nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê hatibû dermankirin û piştre jî şandibûn girtîgeha Tîpa M ya Mêrdînê.

Samîme ji mil û çîmên xwe birîndar bibû û beyî ku dermankirina wê temam bibe şandibûn girtîgehê. Hatibû diyar kirin ku Saîme bi alîkariya hevalên xwe yên koxuşê hewcedariyên xwe dike. Parêzerên MHD ya Wanê jî serî li serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê dabûn û ji bo leşkerê ku îşkece li Saîmeyê kiriye bê tespîtkirin û cezakirin serlêdana sûc kiribûn.

'Li girtîgehê îşkence didome'

Kesên îşkence li Saîmeyê kirin hîna nehatine tespîtkirin û agahiyeke din ji girtîgehê hat.hat hînbûn ku li girtîgehê jî îşkence li Saîmeyê hatiye kirin. Saîmeyê di hevdîtina bi parêzerê xwe Erhan Çîftçî de diyar kiriye kul i girtîgehê jî leşkeran îşkence lê kiriye. Saîmeyê diyar kirin ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ji bo kontolê birine nexweşxaneyê û di vegera nexweşxaneyê de ji rîngê peya kirin e û leşkeran kursiya bi tekerlek nedayê û avêtine erdê û pêhîn kirine. Her wiha Saîmeyê aniye ziman ku gardiyanên girtîgehê jî heqet lê kirine û gotiye nekare bimeşe û bi vê rewşê wê bi zorê dibin koxuşê.

(ng-htk/hu)